Bi rêjeya newekheviyê ya di navebra zengîn û feqîran de ya her diçe zêde dibe, fikrên berxuriyê yên ku zengîn û feqîran bêhtir ji hev qut û dûr dikin, bi pêş dikevin. Tûrîzma li fezayê ji mêj pêk hat û her gavên nû ji bo vê tûrîzmê tên avêtin. Niha jî şirketa Zephalto plan dike ku li keviya fezayê şîvê bide zengînan. Heger destûrê wergire, Zephalto wê bi balonên dêw ên fezayê, xelkê heta bi 25 kîlometreyan ji erdê bilind bike û li wir şîvê bide wan. Helbet em behsa xelkê zengîn dikin. Lewma her şîvek serê şexs wê bi 130 hezar dolaran be.
Heger li gorî plansaziya şirketê Zephalto be, zengîn wê karibin ji sala bê û pê ve li keviya fezayê jî şîvê bixwin. Herçî rezervasyon in, yên sala 2024´an û destpêka sala 2025’an hemû hatine firotin û şirket niha rezervasyonên ji bo nîvê diduyan ê sala 2025’an difiroşe.
Ev restorana bi balonê difire, wê 6 tûrîstên fezayê yên zengîn û 2 pîlotan di 90 deqîqeyan de bigihîne keviya fezayê. Paşê kapsûl wê 3 saetan dipale.
Turîstê pêşî yê fezayê jî zirzengîn Deniz Tito bû, ew sala 2001’ê çûbû fezayê.
PARÎS