Dûpişk, pezpezok û mar… Gava ba be, mirov lazim e nexasim jî ji ber dûpişkan hay ji xwe hebe. Şîreta te bû hevrêyê min ê ezîz. Min tu serê pêşî, wekî Demhat Konya nas kirî. Serpêhatiya li pişta vî navî te ji min re got: Tu li Konyayê xwendekarê zanîngehê bûyî û her wiha welatparêzekî xurt ê Kurd. Li wir faşîstên Tirk, êrişî te kiribûn. Konya bi wî rengî bûbû parçeyek ji nasnameya te.
Lê esas tu Demhat Bêdar bûyî. Te hingê gotibû tu ji Kercosê yî, qey Bêdar jî gundê Kercosê ye. Lê em her du jî li Nisêbînê mezin bûbûn. Gava me hev nas kir, xwîna me zû li hev keliya; ez dibê ji ber "şitexaliya" me bû. Dibêjin, gava zimanê kesekî nêzîkî zimanê nav mala kesekî din be, ew hevdu nêzî hev dibînin; ew wilo hinekî ji nava malê ne. Tu jî ji bo min wilo hinekî ji nava malê bûyî, ez dibêjim qey ji bo te jî ez hinekî ji nava malê bûm.
Tu çi hazir bûyî her kêlî, te digot, çip û tu li ser xwe bûyî; ilehî te karek datanî ber xwe û tu wê bibêjî qey fermaneke xwedayî li te kiribûn, lazim bû tu tim û daim bibişîrî, rûken bî.
Pirr germ bû û ji xwe akademisyenekî ciwan ji serê te kêm bû… Lê weke ku te bi dilekî gelekî xweş ev kar dikir, te dever bi min da nasîn û kir êdî hinekî beled bim.
Pirr germ bû, ne îş û ne bi ecêban. Bi xêra te hinekî be jî bêhna mirov dihate berê, hînik dibûn ew dever.
Meraqa te ya li ser ziman û çanda Kurdî ez diwestandim. Li aliyekî diviyabû bersivê bidim, li aliyê din min bi bersivan hemûyan nedizanî. Bersivdayîn jî nezanîn jî ez diwestandim. Lê ma ne, mala kesekî lêkoler diviyabû pirs bûna. Te nîşanî min da ez çi sist im.
Şîreta te ya dewama lêkolînên Kurdî jî min welê bi temamî nebir serî, da tu zanibî. Min çend caran pirsa te kir, lê wî karê rûtîn ê rojnamevaniyê, nehişt bi xweşikî li te bipirsim. Dilê me bûye dilekî hişk î hestem. Tiralî û pîsî para min ket, gava min nas nekir ka welatê min li ku ye.
Roja min nûçeya şehîdbûna te çêkir, pirr zehmet bû, tenê weke nûçeyekê behsa te bikim. Bi ser de jî li ser tiştên piçûk min xwe aciz kir. HPG´ê di daxuyaniya xwe de gotibû, "ji eşîra Torî"; ji ber ku Torê nas nakin, Tor jî nabe mintiqeyeke mezin, gava ez jî dibêjim ez Torî me, gelek kes nizanin ez navê mintiqeya pêşiyên xwe li xwe dikim. Lê gazinê ji te jî bikim, te jî hevrêyên xwe hîn nekirin ku "Torî" ne eşîr in, lê navê xelkê mintiqeyeke mezin e. Min eşîra te ji te pirsîbû, tu ji Alikan bûyî, em esas pirr nêzî hev bûn, te dît ez jî Dorikî me.
Gerçî gundê te hema hema yek ji gundên dawî yên beriya Ava Mezin bû, we xwe biqevasta aliyê din ê avê, hûnê êdî ji Torîbûnê xilas bibûna. Lê diyar e, malbata te jî weke ya min, li Nisêbînê jî Torî bû li Batmanê jî.
Tu li Dêrsimê şehîd bûyî. Û bêhtirî 3 salan piştre ez pê ilam bûm. Te pirr dixwest li bakur bî, li bakur şerê dijminê Kurdistanê bikî. Di vî warî de esas dilê xwe jî dibijînim te.
Lê na na, piştî ew qas tecrûbe, hîna lazim bû tu gelek fermandaran bigihînî. Tu halo bi lez û bez, halo bê wext çûyî çi? Ew kaniyên ku yek bi yek te nas dikirin û te bi dizîka ji min re jî got, “heta tu bielimî, ev av wê gelekî zikê te bibe”, ji wan kaniyan gelek hene û lazim bû tu ji ciwanan re, ji bê tecrûbeyan re bibêjî… Gelo dilê xwe bigirim ji ber ku tu ji qencan bûyî û ez jî pîsan bûm!
parvê bike
Nivîsên Luqman GULDIVÊ
Hinek hatin xişxişê
4 teşrînê
Şahmaran û Nînazû
1 tîrmehê
Qey dizanin em Kurd in lema nehatin!
24 hezîranê
Welatê me divê bibe tifaqa me
27 gulanê