Tu çi bixwazî wê texeyul dikî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 27 Hezîran 2022 - 21:09

  • Hunermendê Skoçî, Nathan Coley ku bi hunerê hevçerx mijûl e, ji bo balê bibe ser rewşa penaberan, li hin deverên Ingilistanê nivîsên roniyê didin, bi cih kirin.

Hunermendê Skoçî, Nathan Coley ku bi hunerê hevçerx mijûl e, ji bo balê bibe ser rewşa penaberan, li hin deverên Ingilistanê nivîsên roniyê didin, bi cih kirin. Wî 6 berhemên niviskî hazir kirine û ev nivîsên xwe li hin cihên bajêr danîne. Di nav van nivîsên wî de nivîsa herî zêde balê dibe ser xwe ya li perê behrê ye.

Nathan Coley li perê behrê nivîsiye, “You imagine what you desire (Tu çi dixwazî wê texeyul dikî)” û xwest bala penaberên ku bi riya behrê tên Ingilistanê, bikişîne ser xwe. Coley ev gotina hanê jî ji ber pirtûka nivîskarê Îrlandî, Bernard Shaw girtiye û wiha dibêje, “Meriv heta qeraxa behrê tên û mirinê didin ber çavên xwe. Ev yek jî nîşan dide ku jiyaneke baş xeyal dikin û dixwazin zarokên wan di nav aramiyê de û ewle bijîn.”

Coley bi bîr xist û got, gelek kesan ji bîr kiriye ku Ingilistan bi saya koçberî û penaberiyê ava bûye. Coley her wiha helwêsta wezareta karên hundir ên Ingilsitanê yên derbarê penaberan de jî rexne dike. 

Hin nivîsên din yên ku Coley li herêma Susesex a Ingilastanê bi cih kirine, ev in: “I Don’t Have Another Land” (Welatekî min ê din tine), “We must cultivate our garden” (Divê em baxçê xwe biçînin), “A place beyond belief” (Cihekî ji baweriyê û wêde). 

Berhemên Coley yên ku li ser daxwaza “Sussex Modern” hatine çêkirin, dê heta 29’ê Tebaxê li cihên xwe bimînin û xelk wê karibe van nivîsan bibîne.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.