• Kuştina Filîtê Quto li ser tivinga bazinbelek, esas qehremaniya Eliyê Etmankî ye. Mêranî û ûsulê eşîrê jî yê Mamê wî Elê ye. Herçî Filît e, ew cirnexweş û belakir e. Bi ser de jî sersebebê şerekî dijwar ê eşîran e. 

ARDÎN DÎREN

 

Dengbêjên Kurdan weke lêkoleran xebitîne, bûyer û rûdanên zemanê xwe kirine kilam û heta roja îro anîne. Em Kurd îro li wan kilaman guhdarî dikin û li paşeroja xwe vedigerin. Her wiha bi saya dengbêjiyê berê me li siberojê ye û em timî ji vê kaniya dewlemend sûdê werdigirin. 

Li dû her kilamê çîrokek yan jî qewimînek heye. Bi saya kilama Filîtê Quto dixwazim bi rabihuriyê dakevim û qala bûyera ev kilam xwe dispêriyê, bikim. Ez bawer dikim, me gişan navê Filîtê Quto bihîstiye û li kilamên derheqê wî de guhdarî kiriye. Gelek dengbêjan li ser bûyera “Şerê Qîrê” ango pêvçûna di navbera Filîtê Quto û Mamê Emê Etmanekî de kilam gotine. Kilamên Karapetê Xaço û Salihê Qubînî yên herî navdar in. 

Ev bûyer di kîjan salan de qewimiye baş nayê zanîn, lê li gorî texmînê di navbera 1910 û 1920´an de qewimiye. Li gorî kilamên dengbêjan wisa xuya ye ku ev bûyer ewqas jî kevn û dûr nîne. Dîsa Salihê Kevirbirî di pirtûka xwe ya bi navê “Filîtê Quto” de dibeje, Karapetê Xaço ji bo kurê Filîtê Quto, Hesenê Filît bi salan dengbêjî kiriye. Yanî bûyer di sedsala 20’an de qewimiye û ketiye ser zimanê dengbêjan.

Bi siwarên xwe re li pey talanê 

Filîtê Quto serekê eşîra Reşkotan e. Mamê Emê jî serekê eşîra Etmanekiyan e. Salihê Qubînî ku ew jî yek ji wan dengbêjên qedirbilind ê herêma Reşkotan em, dibêje, eşîra Reşkotan û ya Etmankiyan du eşîrên ji hev dûr bûne û di navbera wan de beriya vê bûyerê qet şer û pêvçûn neqewimîne. Eşîra Etmankiyan her sal ji bo kar û barên xwe yên zivistanê ji çiya ber bi deştê ve dadikeve da ku here Diyarbekir û Mûsilê pêdiviyên xwe bi cî bîne. Gava diçin jî bi karwanên mezin diçin û ev rêwîtî bi rojan didome. Rojekê dîsa karwanê eşîra Etmankiyan di herêma Reşkotan de derbas dibe da ku biçe Diyarbekirê. Lê vê car Filîtê Quto ji wan bac û xeracê dixwaze û dawa malên wan dike. 

Karapetê Xaço jî di derbarê Filîtê Quto de dibêje, “Ew dijminê bazirganan bû, diçû pêşiya karwanan. Bi siwarê xwe re li pey talanan digeriya.” Li gorî agahiyên Karapetê Xaço, diyar e ku Filîtê Quto yekî cirnexweş û belakir bûye. Jixwe, gava em berê xwe didin bûyerê, em dibînin ku ev cirnexweşiya wî ya ku bûye bela serê wî  di heman demê de dibe sedema mirina wî jî.

Bûyer çewa diqewime?

Eşîre Etmankiyan li dorhêla Reşkotan ango Badreşê konê xwe vedidin. Wî zemanî eşîra Reşkotan jî di konan de dijî û gelek konên wan hene li wê herêmê. Piştî Etmankî konê xwe sererast dikin, Mamê Emê tevî biraziyê xwe Elî dixwaze here serekî bide konê Reşkotiyan da ku dewekî cemidî yan jî avekê vexwe. Salihê Kevirbirî di pirtûka xwe “Filîtê Quto” de wiha qala vê bûyerê dike; “Dema ko Mamê Elê û Elî têne binê konê Reşkotiyan, bi navê Şîrînê ko keça Kesperê File ye, çav bi Elî dikeve û aşiqî bejn û bala Elî dibe. Şîrînê ya ko bi hiznê dinyayê zehf bedew û xweşik bûye, radibe tê bi dêzgîna hespê Elî digire. Ev yek dibe sebeb ko Mamê Elê zêde zêde biqehire. Çewa keçikek rabe, ji dêvla mêrxasekî ko bi temenê xwe ji biraziyê xwe pir meztir be, bi dêzgîna hespe biraziyê wî bigire. Heta mezin hebin, nehatiye dîtin ko bi dêzgîna hespê biçûkan bê girtin. Ev yek di nav eşîrên Xerzan de gelekî eyb û şerm e. Ji ber ko Mamê Elê aciz dibe bi biraziyê xwe Elî û Şêrînê re dike qareqar. Di vê naberê de Filîtê Quto, ko mêrxas û serekê Eşîra Reşkotan e, bi banê Qesrê raza ye û yek jî li ser Filît baweşîne dike. Jiber xirecir û qareqara Mamê Elê, Filîtê Quto ji xew şiyar dibe, xwe berjêrî qesrê dike û qesta van her du ciwamêrên xerîb dike.” 
Bi vî awayî dengê Filîtê Quto û yê Mamê Elê li hev bilind dibe û di navbera wan de niqaşek derdikeve lê ev niqaş zêde dirêj nabe. Mamê Elê û biraziyê xwe Eliyê Etmankî vedigerin ser konên xwe, lê beriya ew biçin ji Filît re wiha dibêjin, “Lawo Filîto! Gava em ji rêya xwe dageriyan, tu mêrekî çê yî were pêşiya min...!” û diçin ber bi rêya xwe ve.
 
Qey tu nizanî tiving namûs e

Karwanê Etmankiyan ber bi Diyarbekirê ve bi rê dikeve. Piştî çend rojan ew xwe digihînin Diyarbekir û pêdiviyên xwe bi cî tînin. Beriya karwan ji Diyarbekirê vegere ber bi Deşta Xerzanê, Eliyê Etmankî li “Sûka Şewitî” ya Diyarbekirê çav bi tivingekê dikeve. Ev tiving tivingeke şeşxane ye û bi bazinekî zîvîn hatiye pêçan. Elî dixwaze vê tivingê bikire lê pê re pere tinene. Bi zor û bela ji mamê xwe Mamê Elê pere distîne û vê tivinga “Bazinbelek” dikire û karwanê wan bi rê dikeve. 

Gava karwanê wan tê hêrêma Reşkotan li wan dibe şev û ew dîsa konê xwe li Çiyayê Qîrê vedidin. Gotina Mamê Elê ji bîra Filît neçûye û ew li benda vegera wan sekiniye. Bi derketina rojê re Filît berê xwe dide ber bi konê Etmankiyan. Pêşî ew daw û doza xeracê li wan dike û ji wan bacê dixwaze. Di serî de Mamê Elê vê daxwaza wî qebûl dike û dibêje, “Filît Lawo! Ji xwe re hêstirek ji serî, yekî ji navê û yekî jî ji paşiyê re bigire û wekî xerac û baca rê ji xwe re bibe.” Lê Filît bi vê yekê razî nabe, wî çav berdaye Bazinbeleka milê Eliyê Etmankî û di ser vê bacê re tivinga Bazinbelek jî ji wan dixwaze. Her çiqas jê re dibêjin ku rahêje vê bacê û bi riya xwe ve here, dîsa jî Filît ji ya xwe nayê xwarê û Bazinbelekê dixwaze. Mamê Elê careke din berê xwe dide Filît û wiha dibêje, “Filîtê Quto, te li kur seh kiriye ko eşîran tivinga milê xwe, wekî bac û xeraca rê dane xelkê. Qey tu nizanî tiving namûs e. Te mêr kuştibe emê bidin te xwîna mêrê, te jin revandibe emê bidine te qelenê jinê. Tu ji karwanê kîjan hêstirî bibî, tu serbest î. Lê heger tu tivinga min dixwazî, encax ew tiving bibe qelenê dayika te Şemê...” Piştî van gotinên xwe Mamê Elê tivinga Bazinbelekê ji Eliyê Etmankî digire û bi guleyekê Filîtê Quto dikuje. Piştî ku Filîtê Quto tê kuştin di navbera her du eşîran de şerekî dijwar diqewime û ji hev gelek mirovan dikujin.”

Aha ev e çîroka Bazinbelekê û Filîtê Quto ya ku em ji devê dengbêjan dibihîzin. Ev bûyera ku di rastiyê de qewimiye, bi rêya kilamên dengbêjan heya roja îro hatiye.

Beşek ji versiyona kilama Filîtê Quto ya ku Salihê Qubînî dibêje;

“Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo hey lo
Filîtê Quto bi sê denga
Li Mamê Emê Etmanekî dikir gazî
Dibê: hêstira sor a pêşiyê hêstira boz a paşiyê
Barê wê qadara min e
Bazinzera milê xwe tê deynî baca rê ye

Mamê dibê Filîto lawo xebera te ye
Hêstira sor a pêşiyê hêstira boz a paşiyê
Barê wê bive xwîna te ye
Kalekî min heye li malê ye
Her roj serê sibê radibe
Simbêlê xwe yê sorê sor sosinî
Dişo bi sabûnê ji kefa hinê ye
Çavê kalêa bavê min hêja li zewacê ye
Bazinzîva milê min
Qelenê heft qîza ye heft bûka ye
Heydeyne erdê baca rê ye
Were bazinzîva milê min bibe
Qelenê dayika xwe şemê ye....”

Çavkanî:

Kilama Filîtê Quto ya Salihê Qubînî. 
Filîtê Quto-Salihê Kevirbirî-Weşanên Nefel
Di kilamên Salihê Qubînî û Karapetê Xaço de Şerên Eşîran-Şerê Filîtê Quto û Eliyê Etmanekî: Hasan Karacan-Rıdvan Nayman.