Tiştên avêtî bi ruh û can dike

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Gulan 2024 - 00:47

Hin tiştên avêtê di destê insanên sinehetkar de vediguherin tiştekî din. Hin hunermend malzemeyên xwe yên ji bo hunenê ji ser çopan berhev dikin. Brian Mock jî yek ji wan hunermendan e ku demir û xurdeyên li ser çopan berheve dike û ji wan berhemên xweşik çêdike.

Brian Mock bi van berhemên xwe yên xweşik malzemeyên avêtî ji nûve zindî dike. Di nav malzemeyan de bi kar tîne hema çi tê bîra we hene; kevçî, çetel, zincîr, saet, vîde û gelek malzemeyên metal ên bi vî rengî. 

Brian Mock ji bo peykerên xwe yên hesin dibêje; “Pir zor e ku mirov malzemeyên jiyana rojane ji nû ve zindî bike, pêvajoyeke hunerî ya zehmet e lê di dawiyê de mirov tatmîn dike. Bertekên bîneran ên li hember van peykeran vîzyona min firehtir dikin û dikin ku ez bêhtir li ser van peykeran hûr bibim.”

Brian Mock nexasim peykerên heywanan çêdike lê ew bi portreyên insanan jî dadikeve û peykerên insanan jî çêdike. Ew bi van peykerên xwe gewde û bedena insana ji nûve şirove dike û dike ku bîner jî bi rêya van peykeran bifikirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.