Tirolojî ji zorakan re vedibêje

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 3 Nîsan 2023 - 04:38

Piştî erdhejê psîkolojiya gelek insanan xera bû. Hin kesan xwe zû ji vê psîkolojiyê xelas kir, lê hin kes jî hîna di bin bandora erdhejê de ne û tiştên qewimîn, zû bi zû ji bîr nakin. Xasma jî zarokan bêyî ku fêhm bikin çi diqewime, xwe di nav meseleyê de dîtin. Hîna jî gelek zarok baş tênagihîjin bê ka erdhej çi ye û çawa diqewime. Ji bo zarok ji meseleya erdhejê têbigihîjin, sê jin li hev kom bûn û xebateke bi navê “Tirolojî” ku ji zarokan re behsa erdhejê dike, birin serî. Tirolojî pirtûkeke piçûk e û bi xêzan behsa erdhejê dike. Ev pirtûk yekser behsa erdhejê nake û dixwaze bi awayekî din meseleya erdhejê bi zarokan bide fêhmkirin. Axir di dawiyê de pirtûkeke piçûk û xweşik ya ku ji 28 rûpelan pêk tê derketiye holê.

Pirtûka “Tirolojî” ya ku ji bo zarokan hatiye hazirkirin, dinyayeke ku tiran dike, teswîr dike. Ev dinya bi zarokan re diaxive û behsa xwe dike. Yanî bi aweyekî, meseleyê tîne ser tira xwe û dixwaze bibêje, erdhej jî tira dinyayê ye. Dema ew tirê dike, dinya jî diheje! Dinya ji zorakan re dibêje, “Dema tirên min xelas dibin, ez rehet dibim. Lê we jî hinekî ditirsînim. Heke hûn li cihekî saxlem bin, netirsin. Ew tira min e û we dihejîne. Heke hûn nêzî cihê tira min bin, hûn ê pirr bihejin. Heke hûn dûr bin, hûn ê kêm bihejin.” Û herî dawî bi vê gotinê xatirê xwe ji zarokan dixwaze; “Heke min hûn tirsandibin, li min biborin.”

 

Xêr û bêra pirtûkan ya ji bo zarokan

Ayşe Macit Tekstên pirtûka “Tirolojî” nivîsandine. Ayşe Macit ku zarokatiya wê li Meletiyê, di nav xweza û ajalan de derbas bûye, niha mamostetiyê dike. Piştî zanîngehê diqedîne li gelek bajaran digere û dersê dide zarokan. Qederê 16 salan e ku ew di polên amadekar ên dibistanan de bi zarokan re dixebite. Bala wê tim li ser pirtûkên zarokan bûye û ji zarokan re gelek pirtûk xwendine. Û wê ger wiha pirtûk bi wan dane xwendin jî. Ayşe Macit dibêje, xêr û bêra pirtûkan ji bo zarokan gelek e û bi vê baweriyê wê metnên pirtûkê hazir kirine.

 

Xêzên Sara Jîn îlhama pirtûkê ne

Li hêla din Gulan Kılıçoglu jî bi xêzên pirtûka “Tirolojî” daketiye û gelek xêzên şîrîn sêwirandine ji bo pirtûkê. Gulan jî li navçeya Pîran a ser bi Amedê ji dayîk bûye. Di zanîngehê de beşa hiqûqê xwendiye. Nexasim li ser mafê zarokan dixebite û di vî warî de xebatên wê hene. Her wiha ew bi salan e xêzkariyê jî dike û ji xêzkirinê gelekî hez dike. Nexasim di warê pirtûkên zarokan de îllûstratoriyê dike û gelemperî ji bo zarokan xêz dike. Ji bo xêzên xwe çêke ji sêwirandin û xêzên zarokan îlhamê digire û bi vî awayî xêz dike. Jixwe, ji bo pirtûka “Tirolojî” jî dide zanîn ku wê ji wêneyên keça 7 salî ya bi navê Sara Jîn Bakir sûd wergirtiye. 

 

Her kes dikare xwe bigihîne pirtûkê 

Pirtûka “Tirolojî” ji hêla derûnnas Hêlîn Jiyan Bilici ve hatiye kontrolkirin û bi vî awayî temam bûye. Minewer Aslan jî pirtûk wergerandiye Tirkî. Pirtûka “Tirolojî” niha li ser Google Drive tê peyda kirin. Pirtûk hem bi Kurdî û hem jî bi Tirkî hatiye hazirkirin. Kesên bixwazin pirtûkê ji zarokên xwe re bixwînin, dikarin bi rêya lînka li jêr xwe bigihînin pirtûkê û pirtûkê daxînin.

Ji bo lînka pirtûkê bitikîne:

 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.