• Nivîskar Şêx Raxib: Eger dewleta Tirk cihê xwe li Bradostê qayîm bike, ew ê êdî bi hêsanî jê dernekeve û divê pêşî lê were girtin. Dewleta Tirk li sînorê Bradostê mijûlê avakirina hîlaleke Tirkî ye û ji bilî ziyanên giyanî ku digihîne welatiyan, gefê dixe ser ewlehiya parçeyên din ên Kurdistanê jî.

Nivîskar Hendirên Şêx Raxib pirtûkek bi navê “Tirkiye li Bradostê çi dike?” nivîsand. Di pirtûkê de behsa armanc û hewldanên dewleta Tirk ên li herêma Bradostê tê kirin. Pirtûk ji 166 rûpelan pêk tê û 500 heb hatine çapkirin.

Pirtûkê bi mijarên siyasî, leşkerî û dîrokî dadikeve. Her wiha ew cih dide armanca bi cihbûna dewleta Tirk a li Bradostê jî.

Nivîskar di pirtûkê de bîlanço û zanyariyên hûr derbarê hejmara leşker, çek û baregehên dewleta Tirk ên li herêmê de eşkere dike.

Di beşeke pirtûkê de behsa rol û dîroka Bradostiyan a di tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurd bi taybetî jî behsa dîroka Xanê Lepzêrîn û destana Qelaya Dimdimê dike. Nivîskar Hendirên Şêx Raxib derbarê naverok û armanca nivîsandina pirtûka xwe de axivî.

‘Biradost dilê Kurdistanê ye’

Hendirên Şêx Raxib destpêkê bal bire ser armanca deweleta Tirk a dagirkirina Bradostê û got, “Bradost dilê erdnîgariya Kurdistanê ye, ji ber ku sê parçeyên Kurdistanê bi hev ve girê dide. Vê yekê jî wisan kiriye ku dewleta Tirk çavê xwe berde dagirkirina herêma Bradostê.”

Tirkiye Bradostê bombebaran dike

Şêx Raxib da zanîn ku Bradost di sêgoşeya navbera Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de cih digire ji bona wê, dewleta Tirk dixwaze cihê xwe di herêma Bradostê de qayîm bike. Her wiha got, devera Bradost devereke sînorî ye, di warê leşkerî û aborî de xwedî cihekî stratejîk e.

Di dewamê de Şêx Raxib destnîşan kir ku dewleta Tirk zêdetirî 30 kîlometre bi kûrahî û 52 kîlometre firehî ketiye nava xaka herêma Bradostê. Wî got, ji sedî 40’ê xaka Bradostê rastî topbaran û bombebaranên dewleta Tirk a dagirker tê. Şêx Raxib got, bicihbûna dewleta Tirk a li Bradostê gef e li ser ewlehiya Hewlêrê û statûya Başûrê Kurdistanê jî dixe bin metirsiyê.

Divê pêşî lê were girtin

Nivîskar Şêx Raxib di pirtûka xwe de dibêje, eger dewleta Tirk cihê xwe di Bradostê de qayîm bike, ew ê êdî bi hêsanî jê dernekeve û divê pêşî lê were girtin. Ew dibêje, niha dewleta Tirk li sînorê Bradostê mijûlî avakirina hîlaleke Tirkî ye û ji bilî ziyanên giyanî ku digihîne welatiyan, gefê dixe ser ewlehiya parçeyên din ên Kurdistanê jî. Ew her wiha îşaret bi wê yekê jî dike ku dagirkirina Bradostê heta astekê herêma Qendîlê dixe bin dorpêçê û dibêje, ev yek jî ji bo siberoja gelê Kurd wê pirsgirêkan çêke.

‘Pirsgirêk bi şer nayê çareserkirin’

Di dawiyê de jî Nivîskar Hendirên Şêx Raxib got, “Armanca min a nivîsandina vê pirtûkê ew e ku ji dewleta Tirk re bibêjim bi şer û kavilkariyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, dîrokê ev yek piştrast kiriye, ji bona wê, divê vegere ser maseya danûstandinê û pêvajoya aştiyê bide destpêkirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ