Tîqetîqa di tarîtîyê de

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Îlon 2023 - 00:08

  • Pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku hêmayên azadiyê yên girtiyên siyasî û wênegirên ji erdnîgariyên cuda tîne ba hev, li Karşi Sanatê li benda xelkê ye. Di pêşangehê de berhemên nivîskar, helbestvan, wênexêz û avahîsazên di hepsê de û wênegirên ji erdnîgariyên cuda hene.

ÎBRAHÎM IRMAK / MA / STENBOL

Kolektîfa Gorulmuştur û Koma Redfotografê ku demeke dirêj e piştevaniyê bi girtiyên siyasî re dikin, bi pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq” ku berhemên girtiyên li hepsên cuda yên Tirkiyeyê pêşkeş dike, deriyên xwe li ziyaretvanan vedikin. Pêşangeh, li cihê Karşi Sanatê ya li navçeya Beyoglû ya Stenbolê tê lidarxistin. Di pêşangehê de berhemên nivîskar, helbestvan, wênexêz û avahîsazên salên dûvdirêj in di girtîgehê de û wênegirên ji erdnîgariyên cuda anîne ba hev. 

Di ketina eywana pêşangeha “Di Tariyê de Tîqetîq”ê de afîşek hunerhezan pêşwazî dike ku li ser wiha hatiye nivîsandin: “Derve teng e, kolan himhimî, meydan vala ne. Cîhana fikran di nava bêdengiyeke mezin de ye. Hevalên me kêm in, kêfxweşiya me jî. Giraniya jirêzêbûna huner û siyasetê li ser me ye. Bila ne weke gilîkirinê be! Tenê yên di hundir de dizanin bê ka hundir çiqas zehmet e lê ev der jî gelek hewadar nîne. (...) Ferq û cudahiya di navbera hundir û derve de ewqas nediyar bûye ku me hewcehî pê dît, dîsa bangî te bikin. Em dixwazin guh bidin mirovên hewl didin ji cîhanê bên sirgûnkirin, zanîna jiyanê ya her roj cîhanên nû daifirîne. Lewma em ji we dipirsin; gelo jinûveafirandina xwe ya di nava derfetên bisînor de çawa pêkan e? (...) Bi hezkirinê” 

Name û wêneyên girtiyan

Li eywana pêşangehê jî ekraneke mezin a fona wê ya piştê reş e, mirovan pêşwazî dike û li ser ekranê helbestên girtiyan tên xwendin. Bi vê yekê re ziyaretvanan vedixwînin cîhana fikran a girtiyan. Yek ji hûrgiliyên din ên pêşangehê ên ku bala mirov dikişîne jî, maseya ji camê ya li nîveka holê ye. Di hundirê maseyê de name û wêneyên aydê girtiyan hene. Ji vê mebest kirine ku hesta gihiştina hev li cem serdêran biafirînin.

Cîhaneke berfireh a xeyalan

Dîwarên meydana pêşangehê ji serî heta binî bi wêne û karîkatûrên girtiyan hatine xemilandin. Serdêr, di van xêzan de dibin şahid ku tevî şert û mercên giran jî girtî xwedî cîhaneke berfireh a xeyalan e. Mijara esasî ya xêzan jî weke “Azadî” derdikeve pêş. 

Hinek xêzên girtiyan ji gelek aliyan ve dikin ku serdêr biponijin. Girtiyekî ku çaydankê di nava agirê daran de xêz kirî, azadî wiha pênase kiriye: “Azadî û evîn. Ji bo min ev her du lazim in. Ez ê ji bo evînê jiyana xwe, ji bo azadiyê jî evîna xwe feda bikim.” Di heman demê de pirtûkên girtiyan û wêneyên wênekêşên ji erdnîgariyên cuda jî hatine nîşandan. 

Di navbera hundir û derve de pirek

Ji Xebatkarên Karşi Sanatê, Ezgî Bakçayê diyar kir ku pêşangeha wan encama kedeke mezin e û behsa pêvajoya amadekirinê kir: “Me bi rêya Org’ê ji girtiyan re name şandin. Me ji wan pirsî bê ka çawa hêj jî afirîneriya xwe û hêviya xwe ya jiyanê wiha zindî dihêlin. Wan jî weke bersiv wêne, karîkatûr, çîrok û helbest şandin. Di pêşangehê de em vê dibînin heta dibihîzin.”  Ezgî Bakçayê got, di pêşangehê de ew hewl didin di navbera girtiyên siyasî û kesên derve de bibin pirek: “Di vê pêşangehê berhemên hunermend, nivîskar, helbestvan û hwd. ên salên dûvdirêj di girtîgehê de hene. Şop û dengê zêdetirî 30 girtiyan li vir in. Armanca me ew e ku dengê kesên afirîner ên ji ber fikr û berhemên xwe ketine girtîgehê, li derve parve bikin û zêde bikin.” 

Kî li hundir û kî li derve ye? 

Ezgî Bakçayê anî ziman ku weke Xebatên Karşi Sanatê her sal ew pêşangehan li dar dixin: “Ji ber ku berpirsyariyên vê galeriya hunerî yên polîtîk hene. Li gorî me huner ew e ku gerdûnên mumkin ên wiha diafirîne, têkiliya di navbera hundir û derve de didomîne, esas, ew awayekî çalakbûnê ye yê ku sînoran derbas dike. Ev der, yek ji pêşangehên me ye. Esas, ziyaretvan ji bo hevdîtin û gihiştina hev a bi girtiyan re tên vê derê. Li gorî min, ev gihaştina hev pirr girîng e. Em di elaqeya ji bo pêşangehê de jî dibînin ku rewşa girtîbûnê, tenê kesên li hundir elaqedar nake. Bandorê li sedan heval û dostan jî dike. Ev yek, esas dike ku em pirsa ‘gelo kî ji me li hundir kî li derve ye’ dide kirin.”

Bibin hevalên girtiyan ên nameyan 

Ezgî Bakçayê got, pêşangeh dê heta 21’ê Cotmehê li xelkê vekirî be û axaftina xwe wiha qedand: “Pêşangeha Di Tariyê de Tîqetîq parçeyekî têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Weke dewama vê pêvajoyê ye. Li pêşangehê bigerin û heke pêkan be, ji bo hûn pêywendiyan bi kesên hûn di pêşangehê de dibînin deynin, heta heke hûn bibin hevalên wan ên nameyan dê gelek baş bibe.” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.