Ti tiştî li kaxezê zêde nake

Nûçeyên Çand/Huner

În 6 Mijdar 2020 - 23:10

Ji bo Pippa Dyrlaga kaxez ne tenê bi rengandinê yan jî bi tewandinê, bi kêr tê. Ew kaxezê bêyî ku tiştekî lê zêde bike ji bo hunermendiya xwe bi kar tîne. Ew ne kaxezê direngîne, ne ditewîne; ew tenê bi jêkirin û jêbirrînê ji kaxeza sipî û tenê berhemên hunerî çêdike.
Ew li Yorkshire a Ingilistanê dimîne û ji bo hunerê xwe dibêje, "Îlhama hunerê min ji xwezayê ye; tiştên ez li hawîrdora xwe dibînim îlhamê didin min. Besîtiya kaxezeke spî dike ku ez dilê xwe bibijînimê. Ti tişta ku bi qasî kaxezeke spî adî û besît nîne, lê belê ew çendîn gelek derfet û îhtîmalan çêdike. Ew dikare bibe tiştekî xweşik, bedew û manedar, bêyî ku mirov tiştekî lê zêde bike."
Erê bêyî ku tiştekî lê zêde bike ew ji kaxezê berhemên hunerî diafirîne. Çawa ku ew vî dilê ji kaxezê di destê xwe de hildigire, nîşan dide ka Pippa Drylaga çendîn dildaya hunerê xwe ye. Wê sala 2010´an dest bi vî hunerî kiriye û heta niha gelek pêşangehên wê çêbûne.

LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.