Ti ferqa wan ji DAIŞ’ê nîne
Şemî 10 Gulan 2025 - 02:45
Piştî hilweşîna rejîma Sûriyeyê HTŞ’ê xelkê Elewî û Durzî di komkujiyan re derbas kirin. Gel jî neçar ma berê xwe bide herêmên ewle ango herêma Rêveberiya Xweser. Hin ji wan koçberan niha li gundê Elîşarê yê bajarê Kobanê yê kantona Firatê bi cih bûne. Têkildarî mijarê B.E. yê ji Humsê çîrok û serpêhatiya xwe parve kir. B.E. diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma Baas’ê di 8’ê Kanûna 2024’an de, gelê Humsê, ji ber êriş û tirsa kiryaran berê xwe da perava Sûriyeyê û got:"Piştî ku çend rojên em li peravê man, hat gotin ku dewleteke nû bi rêvebirina HTŞ’ê çêbûye. Ji ber wê em vegerîn bajarê xwe Humsê. Dema em li Humsê, me her tişt û her hovîtî bi çavên xwe dîtin, çawa çeteyên DAIŞ’ê di 2014’an bi awayekî hovane êrişî Kobanê kir, wan jî bi heman hovîtiyê êrişî peravê û bajarê Şamê kir."
Ji gel re gotin biewtin
B.E. destnîşan kir ku ew ji ber êriş, qetilkirin û komkujiyên çekdarên girêdayî HTŞ’ê li ser gel pêk dianîn nikaribû bi tu cihan ve biçin û got:"Beriya ku roj biçe ava em nikarîn ji malên xwe derketana. Piştî çend rojan çekdarên HTŞ’ê êrişeke hovane li dijî Elewiyên li peravê pêk anîn. Di êrişê de gelek komkujî pêk anîn. Hevalên min li cihê lomkujiyê bûn û min ji wan pirsî li wir çi dibe, ji min re gotin çekdarên HTŞ’ê ji gel re dibêjin weke lawiran biewitînin û bi zarê lawiran bikin, her wiha gel kehrebe dikin, bi daran li wan didin û qetilaman pêk tînin." B.E. anî ziman ku çekdarên desthilata Şamê zilamên di malan de derdixistin kolanan û got:"Çekdarên HTŞ’ê bi hovîtiyekê diketin malan û zilamên malê derdixistin kolanan. Mal tar û mar dikirin û kesî nediwêrî bigota hûn çima wisa dikin. Ji nav wan çekdaran komek Şîşanî ya herî qirêj û hov hebû. Tu tişt nehişt bi ser welatiyan de nekir."
Ew û çeteyên DAIŞ’ê heman in
B.E. bal kirşand ser hovîtiya çekdarên desthilata Şamê û got: "Di her kolanekê de mirov komek cuda didît. Wan koman kirasên kin ên mîna çeteyên DAIŞ’ li xwe kiribûn. Ew bi 200 erebe ketin taxên me û stranên tundraw vêxistin û gule avêtin. Zarokên me hemû ji dengên guleyan tirsiyan û giriyan. Wan koman dest bi girtinê kirin û gule wek baranê dibarîn. Ji berê zarok, kal û pîran û jinan qîr dikir. Zilam jî derdixistin kolanan û ji wan re digotin weke lawiran bikin û heqaret li wan dikirin û qetil dikirin."
Zarok dixapandin
Di berdewama axaftinê de B.E. anî ziman ku dema zarok diçûn dibistanê, mamosteyên wan ji zarokan dipirsî ku bavê we çi karî dikin, li ku ne, kî ji mala we kar dike û bi vê yek dixwestin zarokan bixapînin û agahiyên li ser malên wan bizanibin û got:’’Em ditirsîn zarokên xwe bişînin dibistanan. Armanc ji pirsên wan ew bû ku tirs û xofê bixin dilên me." B.E. diyar kir ku li ber çavê wî serê kurê apê wî qut kirin û got: "Êdî me nikaribû van kiryarên hovane û qirêj tehemûl bikin. Destpêkê me hewl da ku ku em ji wir derkevin, lê me nikaribû. Di vê dawiyê de me xwest em berê xwe bidin cihê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk. Me nexweşiya keça xwe kir hincet û em ji wir derketin. Dema em gihîştin Kobanê gel malên xwe ji me re vekirin. Em spasiya xelkê Kobanê dikin." Di dawiya axaftina xwe de B.E. bang li hemû saziyên mafên mirovan kir ku êdî dawî li van kiryarên qirêj ên HTŞ`ê bînin û xwedî li mafên mirovan derkevin, êdî bes e qetilkirin, komkojî, koçberî û talankirin.
ANHA/SARYA ŞÊXO