Kujerên jinan nikarin edaletê biparêzin
Çarşem 5 Sibat 2025 - 02:50
Berdevka Kongra Star Rihan Loqo bal kişand amadebûna kujerê Hevrîn Xelef a di kongreya ku li Şamê hat lidarxistin û got: “Wê kujerên jinan nikaribin edaletê biparêzin.”
Bi hilweşandina rêjîma Baasê re, her ku diçe rewşa Sûriyê ber bi aloziyên mezintir ve diçe. HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) ya cîhadîst ku xwe li ser hişmendiya olperest ava kiriye, rojane tundî û kiryarên der mirovî li ser jinan zêdetir dike. Herî dawî jî di Kongreya ku di 29’ê Çileyê de li Şamê pêk hat de, gelek serokên çeteyên ku bi qetilkirina jinan tên naskirin, amade bûn. Hatîm Abû Şeqra yê ku kujerê siyasetmedara Kurd û Sekretera Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû jî, di wê Kongreyê de amade bû. Ev yek ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve bi hêrsek mezin hat pêşwazîkirin. Tekildarî van mijaran Berdevka Rêxistina Kongra Star Rihan Loqo axivî.
Kujer nehatin darizandin
Rihan Loqo têkildarî mijarê got kujerên ku Hevrîn Xelef qetil kirine jî di wê kongreyê de amade bûne û wiha pê de çû: “Di 29’ê Çileyê de li Şamê di bin navê serkeftinê de kongreyek hat lidarxistin. Gelek jinên pêşeng ên wek Hevrîn Xelef ku ji bo jiyanek azad û pêşengiyê ji Sûriyeke demokratîk re dikirin, ji aliyê van çeteya ve hatin qetilkirin. Hevrîn Xelef bi dîmen li ber çavên tevahiya cîhanê hat qetilkirin. Lê dîsa jî îro bêyî ku ev çete werin darizandin, bi awayekî fermî tevlî kongreyê dibin.”
Kujerên jinan nikarin edaletê biparêzin
Rihan Loqo anî ziman ku li seranserî Sûriyeyê ji bo jinan rojane yasayên dermirovî tên derxistin û wiha domand: “Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şoreşa jinan a ku bi salan e em pêşengtiya wê dikin, li hemberî van olperestan nû destpê dike. Her tim dirûşma me ew e ku em li hemberî hişmendiya olperest, zayendperest û netewperestan bê deng namînin. Ev ne tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em rojane dibînin ku li seranserî bajarên Sûriyeyê jin radibin ser piyan, bertek nîşanî vê pergalê didin û vê pergalê qebûl nakin. Ji dîrokê heta îro me li hemberî vê hişmendiyê têkoşîn kiriye û wê ji vir û şûnde jî ev têkoşîna me bi rengekî herî xurtir dewam bike ku ev kujer nebin xwedî vî welatî. Wê kujerên jinan nikaribin edaletê biparêzin.”
Rihan Loqo herî dawî jî got ku ew bang li tevahî kesên ji bo demokrasî û wekheviyê têdikoşin dikin ku bi hev re van kujeran radestî dadgehan bikin.
NÛJINHA/QAMIŞLO