Helwesta HTŞ'ê ya li dij jinan
Çarşem 5 Sibat 2025 - 02:55
- HTŞ’ê 2 meh berê Şam bi dest xist. Di vê dema kin de kesên sûcên şer kirin bûn kesên payebilind û nasname û dîroka jinan di hedefê de ye.
Heyet Tehrî el-Şamê (HTŞ) di 26’ê Mijdara 2024’an de dest bi êrişan kir û di 8’ê Kanûnê de li Şamê rêveberî bi dest xist. HTŞ, bermahiya El Qaîdeyê ye û xwedî bîrdoziyeke olperes a tundrew e. Lewma baweriyê nade gelên Sûriyeyê û bi taybet jî jinan. Bi xwe re gelek xetereyan tîne. Tevî ku hêzên Rojavayî hewl didin serokê HTŞ’ê Ahmed el-Şara (Ebu Muhammed Colanî) weke kesekî “nerm” û “demokrat” nîşan bidin jî, di nava van her du mehan de pratîkeke ku dijminatiyeke mezin li bawerî, gel û jinan dike raber kir.
Helwesta HTŞ'ê ya li dij jinan
Li gel kêmaniyên din, jin jî bûn hedefa HTŞ'ê. HTŞ a xwedî îdeolojiyeke olperest a tundrew, jinê tune dihesibîne û weke milkê mêr dibîne. Ev nêrîn, bi sepanên pratîkî kete meriyetê. Şara ku ji hêla îdeolojîk ve zilam û şerîatê esas digire, di daxuyaniyên dabû çapemeniya biyanî de digot ku hikûmet û şêweyê rêveberiyê yê Sûriyeyê dê li gorî çand û dîroka welêt be. Lê belê di pratîkê de qanûnên şerîatê hatin cîbicîkirin ku veguherî Dewleta Îslamê.
Modela AKP'ê
Rêveberiya demkî ya piştî rejîma Baasê hatiye avakirin, di 22’yê Kanûnê de Ayşe el-Dibs Seyîdoglû tayînî Serokatiya Ofîsa Karûbarên Jinan kir. Balkêş e ku Ayşe el-Dibs Seyîdoglû, cothemwelatiya Tirkiye-Sûriyeyê ye. Ayşe el-Dibs Seyîdoglû ku bi sala ye li Tirkiyeyê jiya û serokatiya Platforma Komeleyên Sûriyeyiyan a li Tirkiyeyê dikir, hevpeyvîna xwe ya ewil bi Yenî Şafakê re kir. Ayşe el-Dibs Seyîdoglû ku beriya niha di kampên penaberan ên li Idlibê de dixebitî, got ku dê polîtîkayên AKP’ê li Sûriyeyê cîbicî bikin.
Mufredata perwerdeyê
Bi mufredata nû re Xiristiyan û Cihû weke hedef hatin nîşandan û her cureyên fikra zanistî, navê sembola dîrokî Keybanûya Sûriyeyê Zenûbiya û hin şexsiyetên Sûriyeyî ji mufredatê hatin derxistin.
Koma Jinan a Zenûbiyayê têkildarî mijarê daxuyaniyek da û got: “Em, guherînên Wezîrê Perwerdeyê yê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê di bernameya perwerdeyê de kirin, bi tundî protesto dikin.”
Ber bi şerîatê ve
Li ser hesabên medyaya dijîtal dîmenên ku hinek kom li taxên Helebê bi hoparlorê banga girêdana dersokê li jinan dikin hatin parvekirin. Komeke bi navê “Hewldana Belavkirina Hîcabê” ku ji 25 jinan pêk tê, li Hemayê 100 cilûbergên Îslamî belav kir.
Kujerê Hevrîn Xelef
Di konferansa Şara xwe weke “serokê dewletê” ragihandî de kujerê Sekretera Giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriyeyê Hevrîn Xelef û serokê koma paramîlîter Erar El Şerqiye Ehmed Îhsan Feyad El Hayîs (Ebû Hatim Şeqra) jî hebû. Ev kes beriya niha bi navê Ahmed Îhsan Fayyad El-Hayes ji Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê mezun bûbû. Ev şexsê ku di dema qetilkirina Hevrîn Xelefê de li ser cenaze û kesên dîlgirtî dikeniya, piştî rêveberiya Şamê ketî destê HTŞ’ê gelek caran di wêneyên bi Şara re hatin kişandin de cih girt.
Daxuyaniya Kongra Star
Kongra Star ku sîwana rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, di 8’ê Kanûnê roja HTŞ’ê rêveberiya Şamê bidestxistî ev daxuyanî da: “Şert e ku di avakirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê de jin tê de cih bigirin û bi roleke pêşeng rabin. Di avakirina Sûriyeya nû de hewceye jin pêşeng û aktorên sereke bin.”
Rêxistinên jinan piştî daxuyaniyê li herêmê gelek civîn, komxebat û konferans li dar xistin û gotin ku ew dixwazin di avakirina Sûriyeya nû û destûra bingehîn de bi awayekî wekhev cih bigirin.
MA/ÎZMÎR