Peyman bi hikûmeta Sûriyeyê re hat çêkirin
Sêşem 11 Adar 2025 - 16:30
- Çavkaniyên herêmê bal kişandin ser wateya piştperdeya peymana di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de û diyar kirin modela “Jiyana hevpar” a Rêveberiya Xweser dê li tevahiya Sûriyeyê belav bibe.
Di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî û serokê Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) Ahmed El-Şara ku weke serokê dewletê yê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê hatibû ragihandin de hevdîtin hate kirin. Piştî hevdîtinê her du jî derketin pêşberî kamerayan û xisûsên li ser lihev kiribûn îmze kirin.
Her 8 xalên li ser lihevkirin çêbûyî û hûrgiliyên tê de cih digirin, nîşaneya serdemeke nû ya li Sûriyeyê ye. Li gorî van xalan, mafên tevahiya komên etnîkî û olî hatine misoger û garantîkirin.
Lê belê hinek derdor îdia dikin ku ev peyman ji bo HSD’ê baş nîne û biryara wê tevî gelên din nehatiye dayin. Li ser vê yekê, çavkaniyên li herêmê û yên li ser piştperdeya peymanê serwext, anîn ziman ku tiştên tên gotin rast nînin û weke ku tên şîrovekirin nîne.
Li gorî agahiyên çavkaniyan parve kirin; beriya vê hevdîtinê rêveberên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevî Mazlum Ebdî, hefteyek berê bi welatiyên Durzî, Suryan, Ermen, Nusayrî, Elewî û gelên din ên li herêmên di bin rêveberiya Rêveberiya Xweser de re civiya. Di vê hevdîtinê de van gel û komên baweriyan pêşniyar, daxwaz û nêrînên xwe parve kirin. Rayedarên rêveberiya xweser jî ev yek bi yek li cem xwe nivîsandin û çarçoveyek amade kirin.
Çavkaniyên li ser nîqaşên navxweyî û encamên van hevdîtinan serwext, diyar kirin ku piştre jî di çarçoveya daxwazên gel û baweriyan de mutebeqetek hatiye amadekirin. Bi vî awayî jî ber bi mutebeqeta îro ve çûn û di çarçoveya daxwaza gel û baweriyan de ev mutebeqet hate îmzekirin.
Çavkaniyan, têkildarî pirsa “wateya mutebetê çi ye?” jî wiha bersivandin: “Tê wê wateyê ku di heman demê de ‘modela jiyana hevpar’ a Rêveberiya Xweser li Rojava ava kiriye dê li Sûriyeyê Durzî, Xiristiyan, Nusayrî û Elewiyan jî bigire nav xwe û li tevahiya Sûriyeyê were temsîlkirin.” MA / ENQERE