Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR)ragihand ku li nêzî Şamê roja Çarşemê kemînek hate danîn û di encamê de herî kêm 15 şervanên Durzî hatin kuştin. Lîderê rûhanî yê Durziyan êrîş bi 'qirkirinê' pênase kir. Şêx Hîkmet el Hacrî ku weke otorîteya herî bilind a rûhanî ya Durziyên li Sûriyeyê tê qebûlkirin di daxuyaniyê de ragihand ku bûyerên li Jaramana û Sahnayê li hemberî sivîlên li mala xwe hatin kirin û weke 'kampanya qirkirinê ya neheq' pênase kir. Her wiha bang li hêzên aştiyê yên navneteweyî kir ku bi lez destwerdanê bikin.
NAVENDA NÛÇEYAN