HTŞ malên sivîlan talan dike
Şemî 10 Gulan 2025 - 02:40
Komên çekdar ên girêdayî hikumeta Şamê bi gefên binçavkirin û îşkenceyê mal û milkên welatiyên sivîl bi awayekî sîstematîk bi darê zorê xesp û talan dikin.
Li Şama paytexta Sûriyeyê komên çekdar ên girêdayî hikûmeta Colanî-HTŞ’ê bi gefên binçavkirin û îşkenceyê mal û milkên welatiyên sivîl bi awayekî sîstematîk bi darê zorê xesp û talan dikin. Li gorî rapora Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) bi tenê li navçeya Eş El Vervarê zêdetirî 50 malên sivîlan bi darê zorê hatine desteserkirin.
Tê îdîakirin ku li herêma Barzehê serokê şaredariyê bêyî dayîna belgeyên qanûnî, destûr daye desteserkirina mal û milkan û jevkariyê li gel komên çekdar dike.
Ev bûyerên li Şamê bi regaşiyên mezhebî ên li welêt zêde dibin û bûyerên tundiyê re parelel in. Bi taybetî jî li herêmên weke Humus, Hama û li ber peravê bûyerên revandin û kuştinê welatiyan bi awayekî cidi metirsîdar dikin.
Nediyariya hiqûqî ya li welêt, neparastina dewletê û hesabnepirsîna ji komên çekdar, êrîşên talankirina mal û milkên sivîlan hêsantir dikin.
NAVENDA NÛÇEYAN