Wê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin
Çarşem 12 Adar 2025 - 15:30
- Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif destnîşan kir ku bi peymana di navbera HSD û HTŞ'ê re dê hemû kêmaniyên Sûriyeyê bên parastin û got: “Di xala yekemîn a peymanê de tê tekezkirin ku hewce ye hemû pêkhate di avakirina Sûriyeya pêşerojê de cih bigirin.”
Di 10’ê Adarê de di navbera Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê Ehmed el Şera de peymanek hate îmzekirin. Peyman ji 8 xalan pêk dihat û hat diyarkirin ku dê tevahiya mafên makezagonî yên Kurdan bên misogerkirin. Di heman demê de bêyî ku li ol û etnîka civakê binêre, mafên nûnertî û beşdarbûnê yên hemû sûriyeyiyan dê bên misogerkirin.
Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif der heqê peymanê de axivî û got ku dê tu kes li derveyî çareseriyê neyê hiştin.
Tê wateya qebûlkirina Kurdan
Bi domdarî Foza Yûsif bal kişand xala duyemîn a peymanê ku gelê Kurd weke gelê resen ê Sûriyeyê pênase dike û dibêje ku divê mafên gelê Kurd di destûra bingehîn de were misogerkirin. Foza Yûsif, got: “Ev tê wateya qebûlkirina hebûna Kurdan ku ji hêla rejîma Baasê ve dihat înkarkirin. Ji bo mijarên nasnameyê, bê guman divê di destûra bingehîn a ku wê di pêşerojê de bê nivîsandin de ev yek tê de bi cih bibe û hemû kesên bê nasname divê rewşa wan li ber çavan bê girtin û mafên wan bên parastin.”
Divê hemû kes vegerin
Foza Yûsif bibîr xist ku herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî salên dirêj e dagirkirî ne û ev tişt anî ziman: “Ji bo gelê me yên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî xebatek tê kirin. Hewce ye ji bo vegera wan temînat were dayin û dema vedigerin jî hemû kiryarên qirkirina gel û çandî bên bidawîkirin.”
Divê her kes cih bigire
Bi domdarî Foza Yûsif bal kişand ser komkujiyên li dijî civaka Elewî û şermezar kir. Foza Yûsif, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Vê peymanê tu têkiliya xwe bi rewşa beravê û Elewiyan re nîne. Di xala yekemîn a peymanê de tê tekezkirin ku hewce ye hemû pêkhate di avakirina Sûriyeya pêşerojê de cih bigirin.”
Banga Abdullah Ocalan
Herî dawî jî Foza Yûsif qala banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û ev tişt anî ziman: “Bê guman bandora banga Rêber Ocalan li ser rewşa Sûriyeyê heye. Ji ber ku banga wî nexşerêya vê sedsalê ye û dide diyarkirin ku kî di siyaseta şer de israr bike, ew ê tekez winda bike. Ev bang herkesî vedixwîne rêbaza çareseriyê.” MA / EMRULLAH ACAR/RIHA