Teyr ji sînoran dibihurin

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 7 Kanûn 2021 - 23:00

  • Şaredar Laurence Lavigne Lalonde: Berhema Xedîca Bekir bi rastî jî tecrûbeyek e ku mirovan radipêçe û yekane ye; ew li benda welatiyan e û destûrê dide ku mirov baştir di rastiyên din bigihêje û bi rengekî din li întegrasyonê bifikire.

Înstalasyoneke pirrdisîplînî ya hunerî ya Xedîca Bekir li bajarê Kanadayê Montrealê balê dibe ser mijara koçberiyê. Xedîca Bekir hem lşkoler e û hem jî hunermend e. Bi înstalasyona xwe ya bi navê Oiseaux traversant les frontières (Teyr ji sînoran dibihurin') hunermenda ji Amûdê bi derdê penaberiyê daketiye. Înstatlasyona wê li hola weşanê ya Parc-Extension (avahiya fuar û pêşangehên hunerî) îro tê nîşandan û xelk wê karibe vê înstalasyona wê heta bi 16’ê Çileyê 2022’yan bibîne.

Xedîca Bekir sala 1973’yan li Amûdê hatiye dinê û sala 2001’ê li Kanadayê bi cih bûye, yanî çîroka wê ya koçberiyê jî heye. Ev înstalasyona wê li cihê tê nîşandan, deng, dîmen, rijiyana avê û efektên din têkel hev dike. Gava ew vê dike, esas ew di heman demê de çarçoveyekê çêdike da ku wan serpêhatiyên wê berhev kirine ji penaberên li Kanadayê, tê de bi cih bike. Wê nexasim jî serpêhatiyên penaberên ji Rojavayê Kurdostanê û Sûrî berhev kirine. Di înstalasyonê de berê awirê Xedîca nexasim jî li ser bibîranînên penaberan ên dema bihurîna ji sînoran e.  

Encama hizrên li ser penaberiyê

Projeya wê, hizirîneke têgehî ye li ser tevgera wan mirovên ji cih û warên xwe bûne; di nava vê de hesta wan a aîdbûnê û pêvajoya wan a întegrasyonê, her wiha têkiliyên wan ên civakî yên encama koçberiya insanî, lê her wiha zehmetiyên jicihûwarbûnê elaqedarî erda wan dihewîne û naskirina mirovên nû. 

Di înstalasyona wê û hizra wê de ev pirsên hanê xwe didin der:

Civaka dihewîne, çawa bîra kolektîf a penaberan dike malê xwe û çawa hesteke hevxembûna bi penaberan re bi pêş dixe?

Ew ê çawa karibe mirovên nû hatî bisitirîne? 

Ev pirs jî li gorî wê qebûlê peyda dibin ku têkilyek hîna nû wê kêliyê mumkin e, kêliya ku civaka dihewîne van penaberan qebûl dike û di rastiya wan bigihêje.

Ji bo gihiştina di rastiyên din 

Şaredara Villeray-Saint-Michel-Parc-Extensionê, Laurence Lavigne Lalonde, ji bo înstalasyonê dibêje, ''Em gelekî serfiraz in bi wê yekê ku em vê pêşangeha li ser mijareke ev qasî heyatî li hola weşanê ya Parc-Extensionê nîşan didin. Ev bi rastî jî tecrûbeyek e ku mirovan radipêçe û yekane ye; ew li benda welatiyan e û destûrê dide ku mirov baştir di rastiyên din bigihêje û bi rengekî din li întegrasyonê bifikire.'' 

Berhema beriya vê li Duabiyê bû

Xedîca Bekir (Khadija Baker) hunermedeke ji Rojavayê Kurdistanê ye ê li bajarê Kanadayê Montrealê dimîne û dixebite. Ew înstalasyonan diafirîne ku di wan de bi pirranî vîdeo, tekstîl û deng di zik hev de bi kar tîne. Berhemên wê xwe disipêrin mijarên siyasî û civakî, û bi pirranî li dora tepisandin, jicihûwarbûn û bîrê ava dibin.

Bi piştgiriya Konseya Huner a Kandayê, berhema wê ya beriya vê, li Festîvala Filman a Navneteweyî ya Dubaiyê ya sala 2019’an, li Fuara Hunerên Hevçax a Stenbolê û li Festîvala Videoya Hunerî ya Navneteweyî ya Kasablankayê hatibû nîşandan.

Ew sala 2012’an ji Zanîngeha Concordia mezûn bû. Ew endameke sereke ya Navenda Dîroka Devkî & ;îrokgotina Dîjîtal (COHDS) e li Zanîngeha Concordiayê. Di înstalasyonên wê yên pirrdsîplînî de ew qûmaş, peyker, performans, deng û vîdeoyan di zik hev de bi kar tîne û çîrokgotina beşdarker û performansê jî bo avakirina mekanekî cihê berhemê yê aktîf biafirîne, bi kar tîne. Ew lêkolîna xwe ya akademîk jî dewam dike li Navenda Lêkolînên Civak û Çandê yên Înterdsîplîner (CISSC) a Zanîngeha Concordiayê.

Wê heta niha gelek xelat ji bo lêkolîn û hunerê xwe wergirtine û herî dawî ew yek ji serketiyên Xelata Pirrengiya Çandî di Hunerên Dîtbarî ya sala 2020’an de bû.

MONTREAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.