TEV-DEM jî tevlî kampanya bû
Pêncşem 24 Sibat 2022 - 22:33
- Rêxistin û saziyên ser bi TEV-DEM'ê, xwedî li kampanyaya PKK'ê ji 'lîsteya terorê derxe’, derketin.
Rêxistin û saziyên ser bi TEV-DEM'ê, xwedî li kampanyaya PKK'ê ji 'lîsteya terorê derxe’, derketin.
Endama Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM’ê Zeyneb Hesen doh daxuyanî li pêşiya navenda tevgerê ya li Qamişloyê xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin: ‘’Derxistina navê PKK`ê ji 'lîsteya terorê' mafekî rewa ye, ji ber ku xizmeta hemû gelan dike, her wiha parastina nirxên cewherî yên demokrasiyê dike. Li aliyekî din jî çanda aştî, biratiyê û diyaloga aştiyane di nav gelê herêmê de dide rûniştin û belavkirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin ku xistina navê PKK`ê di lîsteyê de, bi armanca razîkirina siyasetên dewleta Tirk a şovenîst e, her wiha da ku destketiyên gelê Kurd û gelê herêmê têk bibin.
QAMIŞLO