Hevserokên nû yên TEV-DEM’ê

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:15

  • 400 delegeyan li Rimêlanê hevserokên nû yên TEV-DEM´ê Rûken Ehmed û Xerîb Hiso hilbijartin. Meclîsa TEV-DEM´ê jî hate berferehkirin.

Di kongreya 4´an a TEV-DEM’ê a li Navenda Çand û Huner a Aram Tîgran de di hilbijartina hevserokatiyê de Rûken Ehmed û Xerîb Hiso wek hevserok hatin hilbijartin.

Kongreya TEV-DEM’ê ya 4´an doh bi dirûşmeya “Çanda demokratîk bi saziyên demokratîk bi pêş dikeve” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Huner a bajarokê Rimêlan ê ser bi Qamişloyê dest pê kir.

400 delege tev li kongreyê bûn. Di kongreyê de beşdaran îşaret bi berferehkirina meclîsa giştî kir û xwest meclîs ji 64 endaman bibe 80 endam. Armanca vê guhertinê jî ew e ku temsîla beşeke mezin a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin.

Di kongreyê de Xerîb Hiso û Rûken Ehmed ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hatin hilbijartin.

Rûken Ehmed

Rûken Ehmed ji Kobanê ye. Sala 1993’yan tevlî nav xebata şoreşgerî dibe û li bajar û herêmên Rojava û Sûriyê, li Minbic, Şam û Helebê dixebite.

2005’an tev li Kongra Star dibe û bi armanca bipêşxistin û xurttkirina jinan, nexasim jinên Ereb û Suryan, bi roleke aktîf radibe.

Rûken Ehmed sala 2011’an bi awayekî fermî tev li TEV-DEM'ê dibe, di vê çarçoveyê de jî asta têkoşîna xwe bilind dike da ku civakê bi pêş ve bibe. Rûken Ehmed wekî endama rêveber a Kongra Star û TEV-DEM´ê jî kar û xebat meşandiye.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Kobanê re di 27’ê Çileyê 2014’an de wekî cihgira hevserokatiya meclîsê tê hilbijartin û sala 2016’an dibe cihgira hevserokatiya Rêveberiya bajarê Minbicê. 2020’an tev li Partiya Sûriya Paşerojê dibe û wekî cihgira Sekretêra Giştî ya Partiyê tê hilbijartin.

Herî dawî ji bo hevserokatiya TEV-DEM'ê hate hilbijartin.

Xerîb Hiso

Hevserokê Desteya Rêveber a TEV-DEM'ê Xerîb Hiso ji Civata Êzîdî ye. Hiso sala 1967'an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê ji dayik bûye, zewicî ye û bavê 4 zarokan e, hevjîna wî hevseroka Meclîsa Yekîtiya Êzîdiyan a Efrînê ye.

Xerîb Hiso xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund qedand. Di dibistanê de ciwanan li ser fikrê azad û felsfeya neteweya demokratîk birêxistin dikir.

Xerîb Hiso di sala 1984'an de ango bi destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî dibe. Li ser vê yekê dibêje, li ser esasê têkoşîna li hemberî pergalên dîktator ên dagirkerên Kurdistanê yên ku binpêkirin û sûcên qirkirinê li dijî gelê Kurd û tevahî pêkhateyên Kurdistanê dimeşînin, beşdarî xebata şoreşgerî bûye.

Xerîb Hiso di rêwîtiya xwe ya têkoşînê de 3 caran ji aliyê rejîma Şamê ve hate girtin. Cara dawî, sala 2011'an bi mehan di hepsê de ma.
Bi destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê- Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, Xerîb Hiso xebatên xwe yên şoreşgerî û rêxistinî fireh dike, li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê civînan ji şêniyan re li dar dixe û bi wan doza Kurdî, fikra neteweya demokratîk dide nasîn, her wiha bang li tevahiya gelan dike da ku li hemberî zilmê hevgirtî bin.

Xerîb Hiso bi roleke sereke di avabûna Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de sala 2003'an rabû û yek ji endamên wê yên sereke bû ku bê westan li gelek herêman bi taybetî jî li Hesekê xebitî.

Xerîb Hiso 4 salan erka nûnertiya PYD û TEV-DEM'ê li Başûrê Kurdistanê pêk anî. Fikr û felsefeya partî û tevgerê û doza Kurdî şoreşa Rojava bi xelkê wir dida nasîn. Her wiha têkilî bi gelek partî û tevgerên kurdan ên li Başûr û Iraqê ava kir.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.