Em pîlanên dijmin têk bibin!

În 4 Mijdar 2022 - 03:27

CÛDÎ SÎPAN/ANHA ŞEHBA 

 

Xerîb Hiso bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku li gorî prensîpa şerê gel ê şoreşgerî bixebitin da ku pîlanên dijminan têk bibin. Hiso got, tevî kontrolkirina kantona Efrînê ya dagirkirî bi destê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam, dibe ku êrişên li dijî herêmê zêdetir bibin.

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso qewmînên dawî yên li herêmê nirxandin û got: "Veguhestina çeteyên El Nusra ji bo Efrînê, yek ji encamên civîna Tehran û Astanayê bû ku hemwextî nêzîkbûna dewleta Tirk bi hikûmeta Şamê re ye. Ev yek jî ji bo derbasbûna qonaxeke nû ya taktîkên şer û bipêşxistina pîlaneke nû ya şerê li dijî Rêveberiya Xweser, lawazkirina wê û têkbirina modela neteweya demokratîk e." 

Têkildarî armancên hikûmeta Şamê ji dorpêçkirina kantona Şehbayê, Hiso got, "Vê dorpêçê ferz dike da ku zextê li koçberên Efrînê bike û vîna wan bişikîne. Her wiha dixwaze wan ji devera ku jê li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, da ku herêmên xwe biparêzin, koçber bike. Ev yek ji polîtîkayên hevpar ên dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê ya di bin sîwana Rûsyayê de ye.”

Hiso got, îhtîmal e êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya çekên giran û balafirên bêmirov ên biçek, her wiha bi rêya şerê taybet zêde bibin: "Li gorî em rewşê dibînin, tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di bin xetereya dewleta Tirk a dagirker û hikûmeta Şamê de ne. Ne dûr e ku êrişên li dijî herêmê zêde bibin, bi taybetî li herêmên Şehbayê, her wiha hemû rê ji aliyê hikûmeta Şamê ve werin girtin. Teqez dê tevahiya gelên azadîxwaz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû pîlanên dijminan têk bibin."

 

Ber bi rizgarkirina Efrînê ve

Hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso wiha bang li gel kir: "Divê li hember her rewşa awarte xelk di amadebaşiyê de be û ber bi rizgarkirina Efrînê ve biçe. Pêwîst e destpêkê em baweriya xwe bi hêza xwe, hebûna xwe û bi rêveberiya xwe ya xweser ku bi saya fedakariya şehîdan hatiye avakirin, bînin. Pirsgirêk bi koçberiyê çareser nabin, ev di serî de pîlanên dijmin in. Birêxistinbûna gel a li ser prensîpa şerê gel ê şoreşgerî ku li Şehbayê pêk tê û tevî her şert û merca zehmet, mayîna wan a li wir, cihê rêz û hurmetê ye."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.