Terorîst hevalbendê we ye!

Çarşem 13 Nîsan 2022 - 22:27

  • Siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan ji ber aktîvîzma xwe ya siyasî û civakî hat girtin û niha li Frankfurtê tê dadgehkirin. Wî ji heyeta dadgehê re ji ber tohmeta endametî û rêvebeirya rêxistina terorê got, “Ya terorîst dewleta Tirk bi xwe ye”.

Abdullah Ocalan yek ji aktîvîstên Kurd ê li ewrûpayê ye. Meqamên Elman ew beriya bi 11 mehan xistin hepsê û niha wî bi tohmeta endametiya rêxistineke terorîst a li derveyî Elmanyayê li gorî xala 129b ya Qanûna Ceza ya Elman dadgeh dikin. Di rûniştina pêş ya dozê de wî got, hevalbenda Elmanyayê yanî dewleta Tirk terorîst e. 

Siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan ji duşema bihurî ve li Dadgeh Bilind a Eyaletê ya Frankfurtê ji ber parastin mafê Kurdan û rêxistinkirina wan a siyasî tê dadgehkirin. Ji ber xebatên qanûnî yên weke civîn, xwepêşandan, Abdullah Ocalan bi endametî û rêveberiya PKK´ê li Hessen, Saarland û Baden-Wurttembergê tê tohmetbarkirin. Li gorî îdîanameya dozgeriyê, ew ji sala 2019´an heta Gulana 2021´ê rêveberê PKK´ê yê li van eyaletan bûye. 

Abdullah ev bûn 11 meh ku di bin şert û mercên giran de girtiye. Ev şert û merc di dema rûniûtina dozê de jî neguhertin: Ew di dema serdanan de li pişt cameke veqetandinê tê rûniştandin û posteya jê re diçe û ya ku ew dişîne tên kontrolkirin. 

Di rûniştina pêşî ya dozê de siyasetvanê Kurd Abdullah Ocalan got, ya ku dewleta Tirk dike, terorîzm e. Ji bo têkoşîna Tevgera Azadiyê ya gelê Kurd jî wî got, ew ji bo demokrasî û aştiyê têdikoşe. Wî bal bire nirxên ewrûpî yên timî tên eşkerekirin û got, ev têkoşîna wan û ev nirxên gerdûnî û Ewrûpî jî hev digirin. 

Parêzerê wî Stephan Kuhn ji heyeta dadgehê xwest ku dozê betal bike, ji ber ku lazim bû ji bo dozê destûr ji Wezareta Dadê ya Federal a Elman bihata xwestin û ev nehatiye kirin. 

Stephan Kuhn ji rojnameya Elman Neues Deutschland re jî peyiviye û gotiye, zêde şansê doza wî ya betalkirina dozê nîne, lê wî dîsa jî ji bo rêya qanûnî rast be ev daxwaz kiriye. Biryara li ser vê daxwazê wê di rûniûtina doh de bihata dayîn. Gava nûçeya me dihat amadekirin, hîna rûniştin bi dawî nebûbû.

Aktîvîzma civakî û siyasêî veguherandin sûc 

Van demên dawiyê doz û cezakirina aktîvîstên Kurd li Elmanyayê zêde bûye. Bi vî rengî Sibata 2022´yan Dadgeha Bilind a Eyaletê ya Koblenzê 2 sal û 3 meh ceza li Gokmen Ç. yê 60 salî hatibû birrîn; îdîa jî ew bû ku wî herêma Mainzê ji bo PKK´ê bi rê ve biribe.  

Li Elmanyayê hejmara girtiyên siyasî niha, bi qasî salên 1990´î zêde bûye û dîsa girtiyên siyasî yên li Elmanyayê Kurd in. Yek ji sedeman jî ew e ku ji bo taqîb û zilma li Kurdan hevkariya polêsê Elman bi yê Tirk re ji sala 2020´an ve her diçe zêde dibe.

Li esasê meseleyê Qedexekirina PKK´ê ye. Lewma hem di asta Ewrûpayê de û hem jî heta bi dengên muhafezekar jî êdî bê manebûna siyasî ya qedexekirina PKK´ê bi lêv dikin. 

Mesela Neues Deutschland bi bîr dixe ku rojnameyake muhafezekar a weke »Frankfurter Allgemeine Zeitung« jî weke rêxistina terorîst bi cihkirina di lîsteyan de ya navê PKK´ê di warê siyasî de weke xeletî şirove dike.

 FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.