- Cengîz Eker: Lê divê bê gotin, ev çalakvaniya min tenê ji xemxurî û xîretkêşiya min nayê. Ez ewladê gelekî derengmayî me. Hestên derengmayînê bi rojê hedûrê û bi şevê xewê li min diherimînin û nahêlin ez rawestim û razêm. Bêguman li hember zargotina Kurdî hewas û hezkirinek jî heye.
ZERYA DELÎL
Gelek zindanî ji nîvê temenê xwe zêdetir e di zindanê de ne û ev 20-30 sal in ku li ber xwe didin. Li gel berxwedanê bi berhemên xwe yên wêjeyî û teorîk jî derdikevin derve û tevlî têkoşîn û jiyana civakî jî dibin. Yek ji wan jî Cengîz Eker e.
Eker, wek nivîskarekî afirîner niha li ber destên wî çend dosyayên wî hene ku li benda çapkirinê ne. Her wiha yek jê cerebe û didu jî çîrok, sê pirtûkên wî yên çapkirî jî hene. Eker, bi pirtûka xwe ya bi navê “Mirov” gelek hêlên metafîzîkî ên mirovan dadikeve. Di pirtûkên xwe yên bi navê “Kînor” û “Meytê Li Ser Rê” jî ew bi pirsgirêkên civakî dadikeve. Em jî wekî baskekî Akademiya Mazlum Dogan, derbarê her sê pirtûkên wî û xebatên wî de bi Cengîz Eker re peyivîn.
Eker, li ser gotina “Pêşiyan ji me re ti tişt nehiştiye” dibêje, “Ev gotin min diêşîne. Pêşiyan ji me re keleporeke wisa hiştiye têra heft welatan dike.”
Herçî ku meseleya wî bi mirov û bi xwe re nîn be nikare nivîskariyê bike. Îca hema em rasterast bipirsin, çi derdê we bi we û mirov re heye?
Kurd bi qasî rastiyê, alîgirê demildestiyê ne jî. Ya li ber bûyînê be her çi be, ew dixwazin ne gaveke din lê hema di wê gavê de bibe. Ê eyan e, mîna we, ez jî Kurd im.
Belê, meseleya min û bi xwe jî meseleyeke pirr giran a ku emrek bi hemû dirêjahiya xwe têra çareseriya wê neke, bi meriv re heye. Sedema vê yekê jî ez bi xwe me. Ji ber ku ez jî mirov im. Hebûna min a ku doza xwebûneke resen ji min dike bi pîjê lêpirsînê min zil dike da ku ez binivîsim û bêjim, gelo ez kî me? Çima ne mîna xwe me? Heke ez heme, çima ne xwediyê xwe me? Na, heke tine me, îca ev êşên min ji ber çi ne?
Hûn di pirtûka xwe ya bi navê “Mirov” de mirov û ziman, bawerî, welat, jiyan û xwebûnê didin ber dahûrandinê. Lê hûn qala paradoksê jî dikin. Baş e. Em pirseke provokatîf bikin: Bi ya we hêla mirov ya paradoksî hêleke metafîzîk e yan mirov dikare li ku derê bi cih bike?
Bêguman wisa ye. Ziman, bawerî, welat, jiyan û xwebûn hêmanên bûneweriya mirovan a bingehîn in. Bêyî van hêmanan bûneweriyeke bi wate û xwedî rûmet nabe. Lê hêjayî gotinê ye, ev hêmanên hanê, ji bo gelê me îro her yek birînek e!
Zimanê me di bin devê kêrê de ye. Bawerî li ser pişta me bar e û giraniyê li me dike. Welatê me hê bi awayekî terîtoriyal di binehişa hemî Kurdan de cih negirtiye. Jiyana me bi êş û azar û nemirnejî ye û xwebûna me parçeparçe ye. Min hewl da ku ez bi serê pênûsê van birînan biherişînim. Tê zanîn, birînên kevn heya ku neherişin naêşin û birînên ku neêşin jî ji bo me ne birîn in. Ango tine ne. Bi gotineke din, birîn tenê bi êşê dikarin me bi hebûna xwe bihisînin. Heya neêşin, em bi birînan nahisin. Bila biêşin, ji bo ku em hewl bidin wan bipêçin.
Wê şaş nebe, heke em paradoksê mîna siya mirovan a metafîzîk bi nav bikin. Ew siya ruhê merivan e û tim dikeve ser dil û derûniya wan. Siya bedena mirovan her çiqasî bi destan neyê girtin jî bi çavan tê dîtin. Ev jî heya ciyekî derfetê dide mirovan ku mirov derbarê wê de hin şiroveyan bi pêş bixe û bibe xwediyê fikrekê. Lê siya ruhê mirovan ne tê girtin û ne jî tê dîtin. Ji ber vê ye ku em zanin di jiyana me de hin tişt dibin. Lê em nizanin çima û çawa dibin. Min bi wê mijarê xwest balê bikişînim ser vê xalê û bibêjim, hey caran li ser milê xwe vegerin li pişt xwe, li wan karan binêrin ku hûn bi riya çavdayînê dikin. Hejmara pêkanêrên wan karan belkî rewatiyekê bide wan, lê rewatî ti carî nikare şûna rastiyê bigire. Li dijî rasteqîniya xwe tevnegerin...
Tam li vê derê em derbasî pirtûkên çîrokan bibin. Di “Kînor”ê de çîrokeke balkêş bi navê “Bênamûs” heye. Rewşa jinê weke paradoksekê derdikeve pêşberî me. Jin weke destarekê ji xwe dixwe. Di çîroka “Keser Meriva Dikuje” de jî ev hêl heye. Çima jin tim bi paradoksekê û di nava paradoksekê de dijî?
Rewşa ku dixuyê encam in. Encamên bi êş. Tiştên ku rê li ber wan encaman vekirine, kêm û zêde hatine ziman. Kêm û zêde dibêjim, lewra sînorê çîrokê yê diyarteng rê nade ku mirov paşxaneya ya bûyiyan jî ya ku wê gavê dibe bi awayekî dorhêlî vebêje. Di çîroka “Keser Meriva Dikuje” de dayik ji bo ku kurên wê bigihêjin mirazê xwe mirazê keça xwe di çavan de dihêle. Yan jî bav bayîs e û ew jî alîkar. Di çîroka “Bênamûs” de Fatê dibe bayîsa kuştina Delalê. Di vir de mesele hinekî tevlîhev e. Belkî Fatê ya dilê Aso dihese - dayik pirr zû bi tiştên bi vî rengî dihisin. Di mijara evînê de bi qasî ku karibin ji awirên keçên xwe, xwe bigihînin ya dilê wan, serwext û secih in - û ji bo ku navê keça wê derneyê, şopê dikişîne ser Delalê. Yan jî lawikê ku keça wê dil dayê, ne bi dilê wê ye, loma dixwaze tevî Delalê wî jî bide kuştin. Belkî jî sedem tenê hişmendî ye ku di metnê de bal li ser e. Çi dibe bila bibe, ya bûyî rê li ber paradoksekê vekirî ye.
Rewşa Aso piçekî cuda ye. Em nizanin ka gelo wê karibûye wê neynikê bişikêne ya na? Lê em zanin, wê bi mukirhatina li xwe, kevirek li wê neynikê wer kiriye ku bi destê mêran ji bo jinan hatiye çêkirin û jin çi çarî û neçarî xwe tê de dibînin. Yan jî em bi gotina we rewşê bi metafora destarê rave bikin û bêjin, Aso bi mukirhatina li xwe destikê destarê şikand, ku ew bi xwe jî parçeyekî wê bû.
Çîrokên teli ser jiyana gund in. Di pirtûka ewil de (Kînor) êş pirr derdikeve pêş. Bi taybetî mirin. Di pirtûka duyemîn de (Meytê Li Ser Rê) zimanekî bêhtir mîzahî û îronîk tu bi kar tînî. Gelo mirov dikare bibêje, te bi Kînorê şîna xwe kir û piştre zimanê xwe guherand?
Rast e, di Kînorê de êş li pêş e. Bêguman ev tercîhek nîn bû. Ji ber ku ya bûyî û ciriyayî ew bû. Na, min tiştek li rastiya gelê me neanî, min rastiya gel li gorî hêza xwe li çîrokan anî.
Di navbera herdu pirtûkan de ji aliyê awayê vegotinê ve cudahiyek heye. Gelek sedemên vê yekê hene, ez tenê yekê parve bikim. Ez di nav domana demê de pê hisiyam ku hûn çiqasî bi ser êşa xwe de digirîn, çiqasî şîna wê dikin, ew jî ewqasî şîna we dike. Ev yek, ji du aliyan ve ziyanê dide we. Yek; barê we girantir dike. Dem û derfetên we namînin ku hûn pêşî li êşên berguman bigirin. Didu; hûn bi şînê kesera xwe dirêjin, deşarj dibin û ji bo hesappirsîna ji bayîsên wan êşan re hêrsa we namîne.
Di çîrokbêjiya Serhedê de ciyê kûçikan başqe ye. Di çîrokên te de, di çîroka “Seyê Reş“ de jî û di ya “Gurxenêq” de jî tu cihekî girîng didî kûçikan. Tu jî Serhedî yî. Tu di serdestên mirov re dixwazî ji mirovî re çi bibêjî?
Rast e, ciyê kûçikan li herêma me, bi taybetî jî cem koçerên Deşta Rewanê başqe ye, lê ne hemû kûçik. Zêde sînordiyar û vebirî jî nebin. Cem me kategoriyên kûçikan hene. Ez ê bi hûrgiliyên wê ne nebilêm. Lê yên ku herî zêde tên hezkirin “seyên şivanî” ne. Ji ber ku ew him keriyan ji gur û dizan diparêzin, him jî di pevçûnan de piştmêrî ne û ti carî ji xwediyê xwe re xayintiyê nakin. Em tev dizanin ku birînên Kurdan yên herî kûr û bêkew ên ji xayintiyê ne. Ji ber vê ye ku Kurd (çi meriv dibe, çi sewal dibe) gelekî qedrê wan zindiyan digirin ku ji wan re xayintî nekiriye û nake.
Tu pirr dixebitî û hildiberînî. Gelo tu dikarî derbarê xebatên xwe de me agahdar bikî?
Heke nebe pesn, yan jî ji Serhediyên me negotî nebe pozqulozî, ez ê tevlî vê tespîta we bibim û bêjim “Erê ez pirr dixebitim.” Lê divê bê gotin, ev çalakvaniya min tenê ji xemxurî û xîretkêşiya min nayê. Ez ewladê gelekî derengmayî me.
Hestên derengmayînê bi rojê hedûrê û bi şevê xewê li min diherimînin û nahêlin ez rawestim û razêm. Bêguman li hember zargotina Kurdî hewas û hezkirinek jî heye. Ez qewlik, metelok, mamik (tiştanok), baweriyên betal, yan jî kevnare û hwd. kom dikim.
Niha ez bi destekî baweriyan mîna dosya didim hev. Bi destekî dosyayeke çîrokan amade dikim û gelekî li ber dikevim, çima çend destên min ên din jî tine ne. Lewra hin karên din, dosyayeke helbestan, romanek û dosyayeke cerebeyan di destên min de nîvco mane.
Niha li weşanxaneyan sê dosyayên min li benda çapê ne. Li mal û li cem min bi dehan dosya hene û wê çi ji wan derê, ez nizanim. Di dema pêş de heke derfet misoger bibin ezê li çapkirina wan bifikirim. Ji van dosyayan sê û çarek berhevkarî ne û ew fêkiyên keda gelê me ya bi hezaran salan in. Di vî karî de ya min tenê ew e ku ez wan didim hev û di koda nivîsê de bi cih dikim. Ji bo ku bi ber bayê demê nekevin û winda nebin...
Dema mesele wêjeya me ye, hin kes bi erzanî dibêjin “Pêşiyan ji me re ti tişt nehiştiye.” Ev yek min diêşîne. Pêşiyan ji me re keleporeke wisa hiştiye têra heft welatan dike. Bes tenê bila çavên me hebin û em vê gencîneya bêhempa bibînin. Bibexşînin, min dirêj kir. Ez çi bikim, derd û kul pirr in. Serhediyên me dibêjin: “Qarkeşe pirrbêj in.”