- Kitêba Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî ya Resûl Geyîk derket.
FAHRETTİN KILIÇ/CENGÎZ OZBASAR
MA/AMED
Kitêba Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî ya Resûl Geyîk derket. Geyîk, li ser kitêbê, dibêje, “Divê herkes li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.”
Nivîskar û Lêkolîner Resûl Geyîk pirtûka ‘Teoriya Hînkirina Kurdî-Kurmancî’ nivîsandiye û pirtûk ji Weşanên Azad derket. Di pirtûkê de beşên “Rola Peyvan û Hînkirina Wan” , “Hînkirina Rêziman” , “Xwendin û Nivîsîn” , "Bikaranîna Hêmanên Çandî” û “Bikaranîna Wêjeyê Di Hinkirina Zimên De” hene û 220 rûpel e.
Geyîk ji bo kitêba xwe dibêje, "Wexta min master dikir jî min biryar da ku ez li ser vê tezekê amade bikim. Di teza min de çar beş hebûn lê min di vê pirtûkê de beşeke din lê zêde kir û naverok jî hinekî guhert. Ji ber ku min dixwest hem di warê akademîk de hem jî di warê jiyanê de valahiyekê dagirim. Nivîsandina wê qasî salekê, sal û nivekê dewam kir."
Hêmanên çandiniyê bi kar tîne
Geyîk ji bo hînkirinê berê xwe dide hîmanên çandiniyê: “Ez weke çareserî hêmanên çandiniyê bi kar tînim. Hêmanên çandiniyê çi ne? Wexta dê û bav ji bo zarokekî piçûk dilorînin. Wexta zarok li gundan dilîzin, zûgotinokan bi hev re dibêjin. Bi awayekî ziman û çand bi hev re di hişmendiya mirovan de cih digire. Ew kes jî bi vî awayî bi nêrîna zimanê dayikê mezin dibe, vêca ew kesayeta mirov rihettir dike. Tişta ez dixwazim bêjim, ev destpêkek e, dema mirov dest bi perwerdehiya ziman bikin, ka kirîter çi ye wê çawa bikin wê materyalan çawa hazir bikin? An jî dema di polekê de asta xwendekaran ne homojen be, mamoste wê çi bike? Yanî di vî warî de hinek tiştên min di pratîkê de dîtî, min nivîsandin.”
23 rêbazên hînkirina peyvan
Geyîk di kitêbê de qala 23 rêbazên hînkirina peyvan kiriye: “Heta ji destê min hat min, min 23 rêbazên hînkirina peyvan li vê derê şirove kirin da ku mamosteyên kursan karibin li gorî rewşa xwe adabte bikin.”
Geyîk xwestiye teoriyê bide nîqaşkirin: “Min bi zimanekî ku gel bi rehetî karibe jê fêm bike, nivîsand. Heta bi zanebûn min negot pirtûk, min got kitêb yan jî min negot pênûs min got qelem.”
365 rojan bi Kurdî
Geyîk dixwaze Kurdî timî û li her derê hebe: “Divê herkes li her derê bi zimanê xwe yê dayikê biaxive. Heke mirov bi yekê re bi Tirkî biaxive ew axaftin bi Tirkî didome. Lê heke mirov bi Kurdî biaxive, dê bi wî şiklî here. Ne tenê salê rojekê, salê 365 rojan bi awayekî xwezayî li her derê em ê bi zimanê xwe biaxivin.”