- Seher Muêzî ji tevahiya şêwezarên Kurdî û devokan bêhtirî 73 hezar navên ji bo rengan berhev kirin û ew peyv weke Ferhenga Rengan amade kirin. Niha ji bo ferhengê bide çapkirin dixebite. Ev xebat mezintirîn xebata di vî warî de ye.
Na na, Kurdî zimanekî kêm e, qels e, bêkêr e. Îsbateke vê ya nû derket holê. Doh Rojnewsê hevpeyvîneke bi Nivîskar Seher Muêzî re parve kiriye. Nivîskara ezîz 13 salan gund bi gund geriyaye li Kurdistanê û ji Şêwezarên Kurdî tenê 73 hezar navên rengan bi Kurdî kariye peyda bike. Ma di kîjan zimanî de 100 hezar navên rengan nînin!
Di zimanekî de bi pirranî 12 navên rengên giştî hene: Reş, spî, sor, kesk, zer, şîn, qehweyî, pirteqalî, avorî (pumba), xemrî, mor û cûn. Di hin zimanan de tenê 5, di Ingilîzî de mesela 11 hene. Lê navê ji van û wêde jî hene. Hunermend yan jî pisporên rengan ji bo boyaxkirinê bi navê 50 ta 100 rengan dizanin. Gava mirov berê xwe didiyê ji bo nivîskarên Ingilîz jî lîste hatine amadekirin û di wan lîsteyan de terîf û navên 200 ta 300 rengan hene. Lê 73 hezar navên rengan terîf bikin, bi qasî dizanim li dinyayê kêm e, ew jî heger hebe.
Nivîskar Seher Muêzî pirtûka bi navê ‘Ferhenga Rengan’ nivîsiye. Di pirtûkê de wê zêdetirî 73 hezar navên rengan yên ku li seranserê Kurdistanê tên bikaranîn, berhev kirine. Seher Muêziyê ji bo amadekirina vê pirtûkê 13 salan bi derfetên gelek kêm xebitiye. Pirtûka wê dikare ji bo dîrok, huner, çand, civaknasî, û wêjeya Kurdî bibe çavkaniyeke girîng.
Rengên benan û rêsanê destpêk bû
Di hevpeyvîna bi Rojnewsê re, Seher Muêzî li ser sedema çêkirina vê ferhengê dibêje, “Hîn di destpêkê de dewlemendiya zimanê Kurdî ya di warê rengan de bala min kişand. Dayîka min tevn dirêsa û li gorî devoka herêma me navên rengên ben û rêsanê digotin. Dema ez diçûm bazara benfiroşan, li wê derê jî bi zaravayekî cûdatir navê rengên benan digotin. Diçûm bazara rengrêjan jî li wê derê jî li gorî herêma xwe navekî cûdatir li wan rengan dikirin. Ev ji bo min bû sedemek ez vî karî bikim. Min bi rengên ben û rêsanê dest pê kir. Min ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, û ji bo komkirina navên rengan hêdî hêdî li gundan jî geriyam. Min di dema komkirina rengan de hewl da bi awayekî yeksan ji mêr û jinan pirsan bikim. Lê ji ber hinek karên taybet ku zilam dikin û hinek jî taybet jin dikin, min nekarî ez vê yekê bikim. Ji bo mînak, ji bo zanîna rengên kevokan min nekarî ez pirsê ji jinan bikim, ji ber ku di civaka me de bi pirranî zilam bi karê xwedîkirina kevokan re mijûl dibin.”
Mirov dikare sûdê jê wergire
Ew dibêje, ferhenga wê dikare di gelek waran de bi fêde be:”Ferhenga rengan dikare di warê wêje, dîrok, erdnîgarî, huner û civakî de wek çavkaniyeke baş ji bo lêkolînên zanistî sûd jê were girtin. Ev ferheng ne tenê ji navên rengan pêk hatiye. Di heman demê de navên rengan ku di pendan, helbest û gotinan de hatine bikaranîn jî dihewîne. Mînak, di pişt nav û rengan de îşeret bi şêwazê bikaranîna wan rengan a di nava gel de jî hatiye kirin.”
Seher Muêzî 13 salan her bi komkirina peyvan re mijûl bûye, encam jî piştî 13 sal û 13 rojan bûye ferhengeke 4 hezar rûpelî ya tê 73 hezar û 178 navên rengan li Kurdistanê: “Ev navên rengan ji navên rengê ajalan, balindeyan, çerm, mû, çav, gul, giya, ben, rês, cilûberg û gelek navên rengên tiştên din pêk tê. Min navên rengên di zaravayên cûda yên Kurdî de bi taybetî jî Kurdên Rojhilatê Kurdistanê, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê de kom kirin. Her wiha ez bi xwe li nava Kurdên Ermenistanê de jî geriyam û min navên rengan ku ew bi kar tînin, kom kirin. Hinek caran bi rêya înternetê min pirsên xwe dikirin û bersiv werdigirtin. Her wiha min li ser dîroka rengan a di nava Kurdan de jî lêkolîn kir. Hîna ji zarokatiya xwe ve ez mijûlê komkirina navên rengan bûm. Lê 13 salan bi awayek berdewam mijûlê komkirina navan bûm. Min karî vê berhemê di nava 13 sal û 13 rojan de amade bikim.”
Bi derfetên xwe û bi zor û zehmetî
Amadekirina karekî wisa besît nîne, ji bo wê jî bi zor û zehmetî bûye: “Bi taybetî dema min serdana cihekî dikir hinek caran bi dehan rojan li wê herêmê dimam. Ji bona wê hem di warê aborî û xerciyê de hem jî di warê ewlehî û gelek aliyên din de astengî derdiketin pêşberî min. Min gelek caran ji ber nebûna derfetan nedikarî pirtûk û ferhengên din bikirim da ku bikarim ji wan sûd wergirim. Neçar dimam ji dost û hevalan bi emanetî pirtûk û ferhengan wergirim. Gelek caran jî ji bo xercî kêm be û bikarim li gelek cihan bigerim, bi peyatî diçûm hinek cihan. Gelek caran jî dayîka min hevaltî li gel min dikir. Yanî herî zêde di warê aborî de min zehmetî kişand.”
Emanetê gel wê çap bike
Ferheng hîna çap nebûye, lê Seher Muêzî lê dixebite ku ferhengê û gelek berhemên din ên ecama lêkolîn û xebata wê ye, bide çapkirin: “Piştî ku dizayna Ferhenga Rengan temam bû, ezê piştre çap bikim. Lê heta niha min biryar nedaye ka li ku derê çap bikim. Di dema amadekirina vê berhemê de min ne tenê kar ji bo komkirina navên rengan dikir, di heman demê de li ser çend tiştên din jî min lêkolîn û zanyarî kom kirine. Di dema pêş de ezê wan jî bi şêwazê pirtûk û ferheng çap bikim. Ji karê nivîsandina ferheng û peyvan gelek hez dikim. Niha jî hêvîdar im ku pirsgirêka min a sereke ya darayî çareser bikim da ku bikarim karên xwe yên din jî ku min wek emanetekî ji nava gel kom kiriye, çap bikim.”
NAVENDA NÛÇEYAN