Temînata aştiyê demokrasî ye

În 10 Çile 2025 - 02:50

Nîqaşên "pêvajoya nû" ya ku piştî daxuyaniya Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ya der barê Rêber Abdullah Ocalan de dest pê kir, didomin. Parlamenterên DEM Partî Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan di 28'ê Kanûnê de bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê Rêber Abdullah Ocalan bi peyama ku ji 7 xalan pêk tê yên ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îşaret bi Meclisê kir û bal kişand ser girîngiya hevkariya hemû mûxalefetê ya ji bo çareseriyê. Bi van geşedanan re komeke rewşenbîr û nivîskar li Stenbolê metnek ji bo çareseriya pirsgirêka kurd îmze kirin. Di metna ku hatiye îmzekirin de rewşenbîr û nivîskaran bang kirin ku ji bo destpêkirina pêvajoya aştî û demokrasiyê divê gavên pêwîst tavilê bên avêtin. Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê Tûnç Soyer ku yek ji îmzevanê metnê ye, têkildarî çareseriyê re axivî. Soyer diyar kir ku valakirin û tasfiyekirina saziyên demokratîk ên li welêt û kontrolkirina wan a di bin sîwana rejîma yekzilamî de hewayeke tirsê li welêt afirandiye û got:“Di vê demê de li welat rewşeke rizandinê heye. Hemû nirxên demokrasiyê ji holê rabûn. Me ji ber vê sedemê metna aştiyê îmze kir." Soyer destnîşan kir ku ji bo careke din hiqûq bibe serwer wan metneke wiha îmze kiriye û got:"Ji ber ku temînata sereke ya aştiyê demokrasî ye.”

Divê aştî mayîne bibe

Soyer bal kişand ser pirsgirêkên aborî, siyasî, sosyolojîk û çandî yên li welat û diyar kir ku divê înîsiyatîfên aştiyê bên zêdekirin. 

Soyer da zanîn ku mafê tu nasnameya etnîkî tune ye û destnîşan kir ku desthilatên otorîter vê veqetandinê ji bo civakê ji hev qut bikin bikar tînin. Soyer da xuyakirin ku divê mirov nekeve vê xefikê û got:"Divê em aştiyeke mayînde ava bikin. Ji vê gavê û pê ve agirbest an bêçekkirin tenê têrê nake." 

Soyer destnîşan kir ku destjêberdana ji çekan bi tena serê xwe têr nake û got ku ji bo aştiyeke mayinde pêk bê yek ji gavên bên avêtin jî di bin banê Meclisê de têkoşîna demokrasiyê ye. Soyer anî ziman ku ev têkoşîn jî divê hemû hêmanên demokratîk ên Tirkiyeyê bihewîne. Soyer anî ziman ku divê pêvajo tenê ji însafa desthilatê re neyê hiştin û got ku desthilata 20 salî ya AKP'ê gelek êş û azar bi gelê kurd dane kişandin û gelek firsendên ji bo çareserkirina meseleya kurd berhewa kiriye. Soyer da zanîn ku "plana me diyar e" wiha dawî li axaftina xwe anî:"Desthilat dê hewl bide dek û dolabên xwe bidomîne, lê plana me diyar e. Divê em nakokiyên di navbera xwe de bidin aliyekî û mil bi mil dest bi têkoşînê bikin."

MA/UGURCAN BOZTAŞ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.