CAN ILÊWÎ/ANHA/HESEKÊ

 

Hunermend Remedan Necîm Omerî ji piçûkatiya xwe ve tev li karê hunerê bû û bi hezkirinê rêya hunerê dewam kir. Ew çû Lubnan, Başûrê Kurdistan, Urdin û Tirkiyeyê û gelek hunermendên mezin ên Kurd û Ereb nas kirin. Piştre vegeriya warê xwe Dirbêsiyê. Hunermend Necim Omerî di 1941′ê de li Dirbêsiyê ya ser bi Hesekê hate dinê, di nava malbateke hunermend de mezin bû. Vê yekê hişt ku ji piçûkatiya xwe ve karê huner bike. Piştre di lêdana ûdê û gotina stranê de bû pispor.

Dayika Remedan Necim Omerî, Hezîne Omerî stranbêja gelêrî ye û bavê wî Necim Omerî hunermend e, her wiha xwişka wî Mizgîn Tahir soprano ye û Gulistan Tahir stranbêj e. Birayê wî Şukrî Sobarî jî stranbêj e. Remedan Omerî ji bo pêkanîna xewna xwe ya hunerî têkoşiya. Ji piçûkatiya xwe ve dixwest bibe hunermend û di 1950′î de rêwîtiya xwe ya hunerî ji dibistana seretayî dest pê kir.

Wî stranên bavê xwe ji ber kirin û bi rêya şevbihêrkên di malê de, xwe bi pêş xist. Piştî ku di qonaxa navîn de dev ji dibistanê berda, hînî lêdana ûdê bû. Li navenda çandê ya Helebê fêrî solfej û notayê bû.

 

Tesîra Aram Tîgran û Mihemed Arif Cizrawî

Remedan Necim Omerî di stranbêjiyê de dewam kir, her wiha li ser lêdana cumbişê û banco li Helebê perwerde bû û hunermendê mezin Aram Tîgran bandor lê kir.

Di sala 1970′yî de berê xwe da Lubnanê û tev li koma Serketin bû ku ji hêla Kemal Şanbaz ve hatiye damezrandin. Di komê de Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz, Rifet Darî jî hebûn. Ji wir rêwîtiya wî ya hunerî berfireh bû.

Bi wê yekê hunermendên mezin nas kirin û kêliyên xweş bi wan re bihurandin; Ferîd Etreş, Mihemed Şêxo, Mehmûd Ezîz, Aram Tîgran û gelek hunermendên din. Her wiha tesîra Arif Cizrawî li serê çêbû.

 

Stranên ji helbestên Cegerxwîn û Yûsif Berazî

Ji ber nêzîkbûna erdnîgariyê û şibandina çanda Mêrdîn û Dirbêsiyê, Omerî stranbêjiya bi zaravayê Merdînê, li kêleka Erebî û Kurdî hez kir. Zêdetirî 60 stran ji awaz û gotinên xwe çêkirin. Yên tên nasîn Pêşketî, Sorgul ji Baxê, Dinya Bû Bihar, her wiha wî gelek stranên din çêkirin ji helbestên Cegerxwîn û Yûsif Berazî jî.

Ew beşdarî gelek şahiyên li Urdin, Başûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê bû, bi taybetî jî şahiyên Newrozê. Dema li Başûrê Kurdistanê bû, gelek hunermendên Kurd nas kirin; Mihemed Arif Cizrawî, Îsa Berwarî, Nesrîn Şêrwan û gelek hunermendên din.

Piştî Omerî di sala 1972`yan de vegeriya Dirbêsiyê, komeke tembûrvanan a 5 kesî damezirand û bang li tevahî ciwanan kir ku behreyên xwe bi pêş bixin.