Temen bi tenê hejmarek e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 29 Tîrmeh 2024 - 00:48

Necîbe Hemed 67 salî ye û bi karê spor û çiyageriyê ve mijûl dibe ku bi salane çiya û zozanên Kurdistanê digere. Hertim hezkirineke wê ya dîtin û geriyana li lutkeyên bilind ên çiyayan re heye. Necîbe Hemed tevî temenê xwe yên zêde, bi îradeya xwe ya xurt nîşan da ku temen tenê hejmarek e û bi vê îradeya xwe, karî xwe bigihîne bilindahiya çiyayê Helgurd ku di Herêma Kurdistan û Iraqê de herî bilind e. Wek Necîbe Hemed bi xwe dibêje gelek ji jiyana li çiyayan û bilindiya lutkeyan hez dike û wiha dibêje:“Dema ez biçûk hemû kesûkarên min pêşmerge bûn. Ji bo wê me çiya û zinarên Kurdistanê nas dikir. Ev yek hîna jî wisa ye ku ev hezkirina min ya ji geriyana li çiya û zinaran re berdewam e. Hebûna Rêxistina Çiyageran a Jinên Koyê jî derfeteke baş ji min re peyda kir da ku ez bigihêjim hobîyên xwe.” Necîbe Hemed wiha qala biryara xwe ya çûyîna çiyayê Helgurd dike:“Dema me biryara çûyîna lutkeya çiyayê Helgurd da, beşek ji hevalên min ji ber temenê zêde û nebûna pêdawîstiyan, gotin em neçin. Lê min bi îradeya wan jî îqna kir ku em heta serê Helgurd biçin. Ev jî cihê keyfxweşiyê bû ku em bi serkeftî gihiştin lutkeyê.” Mala Necîbe Hemed li taxa Hemamok ya ser bi bajarokê Koyeyê ye. Nêzîkî mala wê baxek heye û di jiyana xwe ya rojane de bi baxçe ve mijûl dibe. Necîbe niha xanenişîn bûye. Weke Necîbe dibêje, tevî ku karê çandinî û baxçivaniyê zehmet û girane jî, lê ji ber ku tu bi destê xwe berhem tînî, ji bo wê westan û zehmetiyê ji bîr dikî.

Necîbe Hemed her wiha şîret li jinan dike ku xwe bispêrin hêz û jêhatinên xwe û her dem bixebitin, ji ber ku ti cudahî di navbera jin û mêr de nîne. Di hin waran de jin gelek jêhatîtir û berxwedêrtir in.

ROJNEWS/KOYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.