• Temarî, navê gokeke ji paçan e, rêûresmeke li Japonayayê ye.

Temarî rêûresmeke li Japonyayê ye. Navê gokeke ji paçan e. Ew paç jî bi neqşan tê xemilandin. Ev goka bi bi neqşan xemilandî jî weke diyarî mirov dide dost û hevalan.

Destpêk vê rêûresmê ji daxwaza ji nû ve bikaranîna cilûbergên ji rêûresmê yên Japonî yên bi navê kîmono ye. Yanî berê gava ku kîmono kevin bûne, bûne kevnik, Japonan nexwestiye hema wan biavêjin. Jê ev goka hanê çêkirine da ku zarok ji xwe re pê bilîzin.

Hinekî jî ji ber ku di kîmono de hevrîşm heye, û xwediyên wan nexwestine hema welê wî hevrîşmê biha biavêjin jî ev rêûresm bi pêş ketiye û beridiye jî.

Axir destpêka destpêkê ya vî hunerê gelêrî ji Çînê ye. Sedsala 7´an li Japonyayê jî belav dibe. Îro jî hin dayik ji zarokên xwe re temariyan çê dikin da ku pê bilîzin. Lê belê di nava çîna jor û arîstokrasiyê veguherîn objeyên hunerî yan jî prestîjê. Îro jî weke diyarî tên dayîn û îfadeya dostaniya jidil in.

TOKYO