Teleskopa James Webb li jiyanê digere

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 9 Mijdar 2022 - 03:43

Di çarçoveya lêkolîneke li ser gerstêrkan de yên dibe ku jiyan li wan hebe yan jî pêk bê, niha teleskopa James Webb a fezayê dikare bibe alîkar.  

Astronoman gerstêrka dûr a dişibe dinyayê TRAPPIST-1e analîz kir da ku çarçoveyekê diyar bike ji bo zanyaran da ku ew jî karibin li derveyî sîstema me ya rojê, li gerstêrkan bigerin yên ku jiyan li wan mumkin e. 

TRAPPIST-1e û sîstema tê de weke yekê ji yên ku herî zêde jiyan lê mumkin, tên dîtin. Ji ber wê jî wê Teleskopa James Webb a Fezayê (JWST) bi hûrgilîî pê dakeve.

Ji bo lêkolînê sîmulasyiona kompûterê hat bikaranîn. 

Lêkolerên lêkolînê dibêjin, “Çarçoveya lêkolînê ya ku me bi pêş xist, tevî daneyên çavdêriyê yên JWST´ê, wê bikin ku zanyar bi awayekî bi tesîr atmosferên gerstêrkên din tesbît bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.