Têkoşîna Şêx Seîd Ocalan didomîne

Duşem 1 Tîrmeh 2024 - 00:48

Li Şirnexê û navçeya Xinûsê ya Erziromê, Şêx Seîd û hevalên xwe bi bernameyan hatin bibîranîn. Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat got, "Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan ve tê berdewamkirin." Şêx Seîd û 46 hevalên xwe di salvegera 99'emîn a şehadeta xwe de li Şirnex û navçeya Xinûsê ya Erziromê hatin bibîranîn. 

Şirnex 

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Şirnexê, di salvegera 99'emîn a şehedata Şêx Seîd û hevalên wî de li ber avahiya xwe daxuyanî da. Hevberdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan Rêxistinên DEM Parti yên navend û navçeyan, Partiya Herêmên Demokratik (DBP) a Şirnexê, Meclisa Dayikên Aştiyê û saziyên sivîl ên Şirnexê jî beşdarî daxuyaniyê bûn. Beşder ji bo wateya rojê bi cilên reş tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser, "Me ji sala 1925'an heta 1999'an serî netewand û em natewînin" hat vekirin û wêneyên Şêx Seîd hatin hilgirtin. 

Ne tesadûf e 

Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevserokê DEM Partiyê ya Şirnexê Abdullah Gungen ve hat xwendin. Gungen bi lêv kir ku tevî 99 sal bi ser şehadeta Şêx Seîd re derbas bûnê jî hê jî cihê gora Şêx Seîd û gorên hevalên wî nehatiyê eşkerekirin û got ku yên ku ew qetil kirin negehiştin armanca xwe. Gungen anî ziman ku di roja darvekirina Şêx Seîd de cezayê darvekirinê dane Rêber Abdullah Ocalan û wiha got: "29'ê Hezîranê di dîroka Kurd û Kurdistanê de bendeke pir girîng e. Piştî 74 salên darvekirina Şêx Seîd a di sala 1925’an de, dîsa di sala 1999’an de cezayê darvekirinê li birêz Abdullah Ocalan hat birîn. Bijartina vê dîrokê helbet ne tesadüf e, berovajî wê ji bo azadiya gelê Kurd peyameke zelal e."

Heqîqet tine nabe 

Piştre Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan axivî. Dogan da zanîn ku îro ji bo Kurdistanê rojeke reş e û wiha got: "Îro dîroka zilmê û berxwedan û serfiraziyê ye. Şêx Seîd dema hat darvekirin mîrateyek ji me re hişt. Ev ji têkoşîn bû. Bi ser vê darvekirinê ve dema 74 sal derbas dibû vê carê di sala 1999'an de di şexsê birez Abdullah Ocalan de careke din xwestin gelê kurd darve bikin. Îro ji bo dîroka Tirkiyeyê jî rojeke reş e. Divê gelê Tirk jî hestên xwe bi me vê bikin yek. Heta hemû kesên li ser vê axê dijîn ne wekhev û azad bibin ev dîrok nagûhere. Dîrok careke din nîşan dide ku heqîqeta neteweyekî bi zilmê nayê tunekirin." 

Erzirom 

DBP’ê û DEM Partiyê li navçeya Xinûsê ya Erziromê jî bernameya bîranîna Şêx Seîd li dar xistin. Gelek kes tev li bernameyê bû. Hevserokê DBP’a Xinûsê Hasan Dogan di bîranînê de axivî û diyar kir ku divê cihê gora Şêx Seîd û hevalên wî ji malbatên wan û raya giştî re bê eşkerekirin û got: “Divê hemû mafên wan li wan bên vegerandin. Ne dadgehên îstîklalê ne jî DGM nikarin me ji têkoşîna me asteng bikin û bidin jibîrkirin.”

Înkara Kurdan didome

Neviyê Şêx Seîd, Bedrî Firat jî anî ziman ku polîtîkaya dewletê ya înkarkirina Kurdan ji sala 1924’an ve berdewam dike û got: “Em ê wek neviyên Şêx Seîd heta ku pirsgirêka gelê Kurd were çareserkirin, têkoşîna xwe bidomînin. Çareya Kurdan tenê aştî ye. Têkoşîna Şêx Seîd îro ji aliyê birêz Ocalan tê berdewamkirin. Em dixwazin li ser vê axê êdî aştî serdest bibe.” 

MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.