Têkoşîna ekolojîk divê

Sêşem 15 Tîrmeh 2025 - 15:15

  • Ekolojîstên ku piştgirîya "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" dikin wiha gotin:"Xweza aîdî hemû zindiyan e. Ji ber vê yekê, divê polîtîkayên ku xwezayê diparêzin werin pêşxistin. Ev pêvajo derfetek e ku hemû êrişên li ser xwezayê werin rawestandin."

Tevî bangên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û biryara fesixkirina PKK'ê jî, êrişên li ser xwezayê bi dawî nebûne. Êrişên li ser deverên daristanî li gelek bajaran, bi taybetî li Şirnex û Amedê berdewam dikin û xweza bi rêya madenan tê talankirin.

Li gorî rêxistinên jîngehparêz û çalakvanên jîngehparêz, wêrankirin berdewam dikare û "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ku pevçûnê bi dawî kir, dikare texrîbata tê kirin jî bide sekinandin. Ekolojîstan pêvajoya berdewam wekî "derfetek ji bo parastina xwezayê" bi nav kirin.

Şer tenduristiya me xerab kir

Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Îzmîrê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak diyar kir ku şeran ziyaneke mezin li xwezayê kiriye. Erol Çirak got: "Bikaranîna çekan ne tenê zindî hedef girtiye. Bi tonan bombe û madeyên kîmyewîku li ser xwezayê hatine reşandin, telafiya wan ne pêkan e. Şer tenduristiya me xerab kir û zirarên cidî yên aborî çêkir. Şewatên daristanan û çêkirina bendavan li herêmê zirar daye xwezayê. Desthilatê bi qanûnên ku derxistiye, bêyî ku çekan bi kar bîne jî, li ser xwezayê wêranî çêkiriye. Bêdengkirina çekan ji bo mirovan cîhekî diafirîne ku nefes bistînin. Ev pêvajo di heman demê de derfeta parastina xwezayê dide me. Her ku derfetên siyaseta demokratîk zêde dibin, derfetên parastina ekosîstemê jî zêde dibin."

Têkoşîna ekolojîk divê

Endama Zarokên Xwezayê Sedanûr Parmaksizê jî destnîşan kir ku desthilat li dijî xwezayê di şer de ye. Sedanûr Parmaksiz got: "Divê ev pêvajo wekî derfetek ji bo çareserkirina pirsgirêkan were dîtin. Lêbelê, divê em vê derfetê bi dest desthilatê re bernedin. Ev derfet bi tevahî bi têkoşîna me pêkan e. Em dikarin behsa komareke demokratîk bikin ku tê de xweza dibe kirde. Tişta yekem ku divê em bikin ev e ku têkoşîna ekolojîk berfireh bikin û vê têkoşînê civakî bikin. Têkoşîna ekolojîk di heman demê de têkoşînek li dijî kêmbûna avê û krîza avhewayê ye. Desthilat dê di şevekê de aştiyê nede me û dema ku aştî pêk were xweza dê ji nişkê ve nebe kirde. Têkoşîna me dê vê yekê diyar bike. Di vî warî de, divê em ji mîsyona hevgirtinê bi gelê kurd re derkevin û roleke çalak bigirin."

Polîtîkayên xwezayê divê 

Aktîvîsta jîngehê Meryem Gulbûdak girîngiya pêvajoya berdewam destnîşan kir û got: "Di şer de xweza zirarê dibîne, daristan dişewitin û candar jiyana xwe ji dest didin. Ger hûn bi berdewamî li herêmekê bombeyan bibarînin û çekên kîmyewî bi kar bînin, jiyan li wir diqede. Divê em xwedî helwesteke alîgirê aştiyê bin. Ji ber ku xweza aîdî hemû zindiyan e. Ji ber vê yekê, divê polîtîkayên ku xwezayê diparêzin werin pêşxistin. Ev pêvajo derfetek e ku hemû êrişên li ser xwezayê werin rawestandin." MA / ÎZMÎR  / UGÛRCAN BOZTAŞ

 

* * *

Li Semsûrê agir bi daristanê ket

 

 

Li gundê Oxçalî yê Semsûrê agir bi daristanê ket. Şewatê li cihekî nêzî dîrekên elektrîkê destpê kir, lê sedema wê hîn nehatiye tespîtkirin.

Şewata li gundê Oxçalî yê navenda Semsûrê destpê kir, li seranserê gund belav bû. Ji ber ku dest lê nehate werdan şewat li qadeke berfireh belav bû.

Şewatê li cihekî nêzî dîrekên elektrîkê destpê kir, lê sedema wê hîn nehatiye tespîtkirin.

Li gel ku gundiyan agahî dan jî tîmên arkujiyê piştî bi saetan xwe gihandin cihê şewatê. Ji ber vê yekê jî şewat li qadeke berfireh belav bû. NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.