Fîşeka destpêkê çi be îro jî heman e
În 15 Tebax 2025 - 03:40
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi wesîleya Pêngava 15’ê Tebaxê ji ANF’ê re axivîn. Gerîlayan Cejna Vejînê li gelê kurd û Rêber Apo pîroz kirin û bal kişandin ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Gerîlayên HPG û YJA Starê ragihandin ku ew bi saya fîşeka destpêkê ya ku 15’ê Tebaxa 1984’an hate teqandin gihîştin vê astê û gotin, ji niha û pê ve jî wê bi ruhê 15’ê Tebaxê têkoşîna azadiyê bimeşînin.
Eylem Xoşmêr: Hevrê Egîd bi fîşeka ku teqand tovên jiyaneke nû reşand. Îro hîn jî bi ruhê wê fîşeka destpêkê bi hezaran Egîd tevlî dibin. Polîtîkayên îmha û înkarê hebûn. Gelê Kurd li hemberî vê yekê xwe parast û rahişt çekê. Ev yek di nava xwezayê de jî bi vî rengî ye; hemû zindî xwe diparêzin. Hebûna têkoşîna çekdarî ji bo parastinê ye. Em hêvîdar in ku ev gav ji bo gelên cîhanê rêya azadî û serketinê veke.
Armanc Wan: Dagirkeran digotin, ‘Me Kurd binax kir, beton li ser rijand’. 15’ê Tebaxê li hemberî vê polîtîkaya îmhayê hate destpêkirin. Ji ber vê yekê fîşeka destpêkê girîng û dîrokî ye. Gelê Kurd bi saya wê fîşekê jinûve bi ser xwe ve hat. Lewma em dibêjin 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê ye. Beriya 15’ê Tebaxê rewş cuda bû, îro rewşa gelê Kurd gelekî cuda ye. Cîhan êdî Kurdan nas dike. Niha pêvajoyek enû heye; partiya me xwe fesix kir û li hemberî dewleta Tirk têkoşîna çekdarî sekinand. Niha paradîgmayeke nû heye, em li gorî wê tevlî dibin û ji bo serxistina vê pêvajoyê em ê têkoşîna xwe hîn bilind bikin. Em hatin tevlî Rêber Apo bibin û em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin.
Bêrîvan Mîrkan: Hevrê Egîd ji bo gelê Kurd bû çavkaniya hêviyê û bi vê pêngavê re bersiv ji qîrîna li zindana Amedê re hate dayin. Kesî bawer nedikir ku şerekî bi vî rengî wê destpê bike. Hevrê Egîd da destpêkirin û ev têkoşîn hîn jî dewam dike. Weke gerîlayên azadiyê em li ser şopa hevrê Egîd dimeşin.
Gelê Kurd xwedî li hebûna xwe derket, ji gelên cîhanê re bû mînak. Hevrêyên jin jî tevlî vê pêngavê bûn. Weke jin em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya vê pêngavê derkevin.
Edessa Roj: Bi 15’ê Tebaxê re jiyaneke nû ji gelê Kurd re hate dayin. Çawa ku li gerdûnê her tişt xwe nû dike, gelê Kurd jî bi vê pêngavê re xwe nû kir. Em niha derbasî qonaxeke nû dibin; divê em fîşeka destpêkê derbasî qonaxa aştî û demokrasiyê bikin. Bi taybetî weke tevgera azadiyê em ê bi ruhê 15’ê Tebaxê her tim xwe nû bikin. Weke fermandarên xwe Egîd, Zîlan û Bêrîtan em ê bidin pey heqîqetê. Banga me li her kesî ew e ku beşdarî vê pêvajoya azadiyê bibin. Gelê me, bi taybetî jî ciwan divê vê pêvajoyê rast binirxînin û tevlî bibin.
Koçerîn Cîlo: Hevalê Egîd bi pêngava 15’ê Tebaxê re rêya têkoşîneke nû vekir û bi hezaran fedaiyên vî welatî dan ser şopa wî. Ji Zîlan û Bêrîtanan heta bi Rojger û Asyayan ev xet xeta fermandar Egîd e. Weke şervanên jin em tevlî vê pêvajoyê bûn û em hîn jî têkoşînan xwe dewam dikin. Em ê heta dawiyê xwedî li nirxên 15’ê Tebaxê derkevin.
Nûda Meydana: Fîşeka destpêkê ne tenê li qada leşkerî hate teqandin, bi vî rengî nehat destpêkirin; ew fîşek hem ji aliyê îdeolojîk hem jî ji aliyê leşkerî ve li hemberî dagirkeriyê derbeke mezin bû. Teslîmiyeta ku li gelê Kurd dihate ferzkirin hate şikandin û gelê Kurd jinûve rakir ser piyan. Weke jin em ji her demê bêhtir amade ne. Banga min li jinan hemûyan e; Em xwe li gorî banga Rêber Apo bi rêxistin bikin.
Heval Egîd famkirin û pêkanîna Rêbertiyê ye
Nûjiyan Alman: Em di saleke gelekî cuda de ne. Hebûna gelê Kurd êdî piştrast bû. Ev yek bi saya Pêngava 15’ê Tebaxê bû. Ev berxwedan û biryardarî ji bo gelan hemûyan bû hêviya azadiyê. Gelek gel têkoşiyan, lê belê nekarîn bi ser bikevin; lê belê gelê Kurd bi têkoşîna xwe bû pêşeng ji azadî û demokrasiyê re. Li gel ewqas êrîşan jî Kurdan rahiştin çekê û li hemberî dagirkeriyê derketin serê çiyê. Vê yekê jî nîşan da ku em çiqasî bi rêxistin in û hêza me heye. Li hemberî mejiyê netewe-dewletê divê manîfestoya Rêber Apo esas bê wergirtin û em li gorî vê yekê bersivê bidin çalakiya hevalê Egîd.
Sema Agirî: Dîrokeke şer a 41 salî, dîrokeke serketinê hate afirandin. Fîşeka destpêkê li ser bingeha ispatkirina hebûna gelê Kurd hate teqandin. Êdî kes nikare hebûna gelê Kurd bike mijara nîqaşê û înkar bike. Ev yek mîrateya 15’ê Tebaxê ye, encama ked û berdêla şehîdan e. Bi pêşengiya Rêbertî derî li azadî û demokrasiyê vebû. Hatine vê astê ne hêsan bû. Niha em di qonaxeke cuda de ne. Rêbertî pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dike. Şer jî aştî jî hêza Rêber Apo nîşan dide. Em li ser şopa Rêber Apo ne.
BEHDÎNAN