15’ê Tebaxê veguherîna jiyana mezin e

În 15 Tebax 2025 - 03:50

ABDULLAH OCALAN

Dema em salvegera pêngava 15’ê Tebaxê pîroz dikin, bi qasî ku em wateya wê bi hemû aliyan ve bi we didin famkirin, li ser esasê ku hûn pêwîstiyên wê bi serkeftî binin cîh we silav dikim.

Salvegera berxwedana çekdarî ya pêşvebirina pêngava 15’ê tebaxê li şûn xwe dihêlin. Rastiya me ya rojane û dîrokî, di vê pêvajoyê de di derbarê pêşerojê de ya ku diviyabû ji aliyê fikrî ve bê jiyîn, bi çalakî bê derbazkirin, binesaziyên dirizin çi bûn, ji her demê zêdetir ronak hatine destnîşankirin. Ji berxwedaniyeke çekdarî wêdetir, ev pêngava ku xwedî gelek taybetmendiyên cur bi cur bûn, hem ji bo ronîkirina paşerojê û ji vê jî giringtir, ji bo hesapkirina destkeftên şoreşgerî yên dema pêşiya me çibin, bi kûrahî fêmkirin xwedî girîngiyeke jiyanî ye. Divê diyar bikim ku, berxwedanî ne tenê li beramberî hêzekî dagirker a hema jixweber, pêwîste neyê jibîrkirin ku ev li hember hovîtiya herî mezin a ku dîroka mirovatiyê nas kiriye û zextên faşizan ên di roja me de tên meşandine. Li hember ên herî zêde mêtîngerî pêş xistî, li dijî serdemê û bi qasî li dijî serdemê ye, çîna serdest a ku xwe bi rêbazên herî zirav ve vedişêre tê meşandin. Li beramberî nokerê herî xeter ê emperyalîzmê, li ser navê gelê Kurd ku ji dîroka xwe û pêşketinên serdemê dûr hatiye hiştin û jibîrkirin tê pêşxistin. Vaye ger ev rastî weke di mejiyê me de bê kolan bê têgihiştin û her tim bi rêbazekî baş bê ziman, ancex wê demê dikare girîngiya pêngavê derkeve holê. Pêngava 15’ê Tebaxê, di rastiya şer û veguherandina jiyana mezin de her roja ku derbas dibe, xwe tenê di rastiya gelê me de şoreşgertî, bi şêwazek veguherînê ya pir bandor re namîne, di destpêkê de herêm li qadên navnetewî jî bandoreke mayînde dihêle. Heta niha pir zêde pirsgirêka Kurd ku nexwestiye weke pirsgirêkek jî were dîtin, êdî ya herî bingehîn, dibe ku şoreşa dawî ya herî mezin a sedsalê bê nirxandin. Li gorî vê polîtîkayên her dewletê di ber çav re derbas dike, heta ji nû ve saz dike, dema pêşketina ji bo xwe çareseriyek çawa bibîne tê jiyîn, em jî êdî di rastiya xwe ya rizgariya netewî de bi hemû rastiyên desthilatdariyê ve nirxandinên wê dikin, di her astê de di hemû saziyan de weke pirsgirêkek rojane digirin dest. Êdî pirsgirêk, ji pejirandinê zêdetir, dê çareserî çawa bi serkeftinê pêş bikeve ye. Nirxandinên vê li ser navengê serwer dibe û tenê ne li ser esasê rizgariya netewî, bi şoreşek pir berfireh a jiyanî re, her kes hemû jiyana xwe di ber çav re derbas dike û hesabê wê çawa bikeve jiyanek nû dike.

Tevlîbûna ji rêgezan dûr ferqa şer de nîne

Em hema vê bidin xwiyakirin ku, dema me bi tena serê xwe destpêkê jî her kesê îda dikin û dibêjin, ‘ev kar nabe, pêşiyên me çiqasî serhildan kirin, hemû rastî binkeftinê hatin, me derbas dike’ em pir baş nas dikin. Bi qasî ji kûr ve kesayetê têkçûyî bi hemû aliyên xwe ve çareserkirî û alternatîfa vê jî di rastiya Rêbertiya partiya me de dibînin ku bi rengek pir balkêş hatiye pêkanîn. Dema salên vî şerî tenê bi vê pêngavê re didin ber çav, li holê ye ka dê çi û çawa bi ser bixe. Lê asta civaka binkeftî weke ji rêzê dana peyîtandin, partiya me û xebatên me yên artêşbûnê jî bi rengek hîn bêberpirsyar gindirî navê bûye. Tevlîbûnek ji rêgezan dûr, pir ne di ferqa meşandina piratîkek şer de ye. Lewra heta dawî keyfî, dibe ku ji hestên xwe yên kor re, gelek kesên ku xwe spartine wêrekiya xwe heta demekê di nava me de cih girtine. Kesayet, dema ne bi rêgez bin û di esas de nexwaze têbigihe pêşengtiya partî tê çi wateyê, ji ber nebûye şervan, di civakê de ew baweriya ku me kêm dîtî, ji baweriya cewherî dûrketin hîn zêdetir bi helwestên xwe yên piratîkî re weke ku mafek be, heta pratîk jî bi rengek xeternak dide sepandin. Di vê de, nirxên me yên bê jimar bi şertê kirina qurban bi helwestên pir zêde neyênî tê israrkirin. Ez dixwazim bidim xwiyakirin ku li vir samîmiyet û niyeta te ya baş pir ne bi wate ye.

Şoreşgerî îman bawerî hûnera meşandinê ye

Şoreşgertî, di serî de asta xwe ya îman, bawerî dema bi tena serê xwe ma jî têgihiştin, li ser piyan girtin û hûnera dana meşandinê ye. Bi salane bi her awayî derfetên xwe yên gihandinê nirx nadiyê, serxweşiya serkeftina ji rêzê, heta ji derew dê bi nexweşiya ‘desthilatdariya zû’ bikeve, dema ev nexweşî negirt jî hûn ê necisiyan bikin. Dê rêxistin bi nirxên xwe yên mezin bilîze û hûn ê di şer de ‘nabe’ ferz bikin. Ez hema bidim xwiyakirin ku ev, di eslê xwe de ya di cewherê hemû jirêderxistinan de radize, ya ji hemûyan re dibe zemîn û di refên me de ya gelik belav dibînin; çavkaniya xwe, civaka ji nav hatî ya ji avaniya wê ya çînî digire û ger derbas neke, dikare heta îxanetê biçe û hemû nêzîkatiyên wê yên heyî îfade dike. Dixwazim şiyar bikim ku, bi vê zemîna civakî ya me pir berfireh dahûrandî dana pişt xwe ve, hûn ê negihijin ciheke pir cidî. Li gel vê, aliyê din ê vê helwestê jî ev e; kesayetên hevkar, radestbûyî yên zêde xwe derxistine holê, weke xwe li ber bayek desthilatiyek sexte ve berdane, dema ev ji dest diçe, em dibînin ku li kuderê hestiyek jê re bê dayîn hema ber bi wir ve baz dide.

Asta niyet de nêzî Rêbertiyê nebin

Ger hûn bal bidinê, di hemû eniyên çandî, ramyarî û leşkerî de di derbarê xala rêbertiyek rast çawa bê avakirin û serkeftî bê meşandin de, me gelik pêngavên ku dikarin bêjin serkeftî ne pêş xistin û ev hemû jî xistin xizmeta we. Lê we ev cuda nirxandin. Weke ku hinek tişt jixweda dibarin hûn di asta niyet de nêzî Rêbertî û pêşketinên Rêbertîbûnê bûn. Dema Rêbertî we xurt bike başe, lê ger ne li gorî keyfa we ya paşatî be xirabe. We bi vê nêzîkbûna evqasî hişk û ferdperest rastiya mezinbûna dîrokê tengav kir. Ya rastî tevî ti maf û hêcetên we yên guncav, heta ti sûdmendiya wê jî tine. Dibe ku ev hemû didin diyarkirin hûn di wê rastiya xwe ya civakî de kesayetên ferdperest û mirovê hesabên biçûkin. Rûyê vê yê din jî, xwe ber bi felsefeya jiyanek bi şêweya hemaltiya gundîtî û bi rengê ku rojane zikê xwe têr bike ve berdane û gotina; “hemalê rêxistinê me, çi bê gotin ez ê wê bikime.” Lê belê haya xwe ji siyaseta berz a rastiya Rêbertiyê û esasên kargeriya wî neyî tevgerîn, wexta hûn vê jî ji vê hêlê ve temam dikin an jî ji vê re dibin zemîn, niyeta we ya baş, heta hewldanên we jî çi dibin bila bin, a rastî hûn ji vê şerê taybet a ku ji derve de li ser meşa Rêbertiyê tê ferzkirin zêdetir astengiyek xeternak rave dikin. Êdî divê hûn vê bibînin.

*Ji dahûrandinên Rêbertî yên sala 1985’an hatiye berhevkirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.