Lêkoleran bi saya teknolojiyeke alternatîf tê derxistin ku di hin darbestên Misra Kevnar de gumgumok û marmasiyên mûmyakirî hene. Lêkoleran bêyî ku van darbestan vekin bi riya zeraqên X tomografiya darbestan girt û di dawiyê de dîtin ku di van tabûtan de hin heywanên mûmyakirî hene.
Heywanên ku di darbestên kevnar de hatine mûmyakirin, qederê 2 hezar û 500 sal in li wir in û tiştek bi serê wan nehatiye. Her wiha ev rêbaza nû ya ku jê re teknolojiya alternatîf jî tê gotin, ti zirarên nade van berheman û bi saya dîmenên notronî ev yek pêk tê.
Li Misra Kevnar pisîk, kûçik, baz, mişk, mar û gumgumok dihatin mûmyakirin. Her wiha mar, marmasî û gumgumok îşaret bi xwedayê Rojê yê Misrê ango Atûm jî dikin û nîşaneyên xwedayên afirîner in.
NAVENDA NÛÇEYAN