Tecrîd endamtiya Tirkiyê dike mijara nîqaşê

Çarşem 7 Tebax 2024 - 03:05

  • Ji Zanîngeha Bremenê hiqûqnas Dr. Rolf Gossner dijî nêzîkatiya saziyên Ewropayê ya têkilî tecrîda li Imraliyê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û meseleya Kurd helwest nîşan da û xwest ku tevdirên tund werin wergirtin. Gossner diyar kir endamtiya Tirkiyê ya li Konseya Ewropayê dibe mijara nîqaşê. Gossner her wiha got divê CPT bi lezgînî serdana Îmraliyê bike.

MUHAMMET KAYA / ANF / BERLÎN

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan didome. Bi sedena rewşenbîr, akademisyen, nivîskar û siyasetmedarî yên ji deverên cihê yên cîhanê name ji Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re şandin û bang kirin ku CPT bilez serdana Imraliyê bike.

Yek ji kesayetên ku mohra xwe danî binê nameyê Dr. Rolf Gossner anî ziman ji bo kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ya ku kampanya nameyan da destpêkirin, Tora Piştevaniyê ya Elmanyayê bersivek ji CPT wergirt û got, "Ev bersiv nîşan dide ku Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê rewşa Birêz Ocalan û girtiyên din ên li girtîgeha Îmraliyê dişopîne û wê bişopîne. Komîteya Pisporan a CPT herî dawî di Îlona 2022'an de girtîgeha li Girava Îmraliyê ya li Derya Marmarayê ziyaret kiribû. Gelek caran serdana girtîgeha li Îmraliyê kir û rewşa girtiyên lê bûye 'parçeyek ji diyaloga bi meqamên Tirk re ya komîteyê'."

CPT li ser Tirkiyê bandora xwe nîne

Li ser van daxuyaniyên CPT Dr. Gossner got, "Mixabin ev bersiv bi wate û têrker nîne. CPT di mijara başkirina mayinde ya rewşa binçavkirinê de qala gaveke berbiçav nake. Ji vê jî wêdetir ji serdana dawî ya CPT a li Îmraliyê û vir ve ku herî dawî Îlona 2022'an kir, di nava du salan de di mijara tecrîdê de bûyereke baş neqewimî, berevajî vê yekê bû. Û ji serdana herî dawî ya CPT a li Tirkiyeyê ku Sibata 2024'an kir, xuya ye tiştek neguherî ye. Ev rewş nîşan dide ku CPT li ser meqamên Tirk û lîderên siyasî xwedî bandor nîne."

Endamtiya Konseya Ewropayê binpê dike

Di dewama axaftina xwe de Dr. Gossner got destnîşan kir divê CPT şertên dijî mafên mirovan ên li ser Rêber Ocalan bi tundî şermezar bike, bi bîr xist ku Tirkiye endmaê Konseya Ewropayê e, mohra xwe li Peymana Mafê Mirovan a Ewropayê daye  û got,’’Lê belê di vê mijarê de kêmasiyên mezin û binpêkirinên cidî yên îdare û hikumeta Tirk hene, binpêkirinên mafên mirovan ên bi rêk û pêk diqewimin ku ev yek endametiya Tirkiyeyê ya li Konseya Ewropayê dike mijara nîqaşê.’’

Gossner her wiha diyar kir Tirkiye bi astengkirina hevdîtina bi malbat û parêzeran re biryarên DMME’yê tine dihesibîne.’’

Mafê xwe heye ku biçe girtîgehan

Dr. Gossner diyar kir ku bi name û banga xwe xwestin ku yek ji wezîfeyên CPT bi bîr bixînin, ku divê girtiyên li welatekî endamê Konseya Ewropayê ji êşkence, kiryarên li dijî mirovahiyê û kiryarên biçûkxistinê, bi taybetî weke ku di doza Ocalan de tê dîtin, ji şert û mercên girtina hucreyê biparêze û got, "Erkên lêpirsînê yên berfireh ji Komîteya Pisporan a CPT re hatine dayin ku di dema serdana girtîgehan de karibe pêk bîne. Mafê xwe heye ku bêsînor xwe bigihîne girtîgehan û bi rengekî serbest tevbigere.’’

Gelo zexta têrker li Tirkiyê kirine?

Gossner bi berdewamî got divê CPT bi lezgînî şandeyekê bişîne Imraliyê û got,’’Mixabin rayedarên CPT ji bo karibin şert û mercên binpêkirina mafên mirovan bi rengekî mayinde sererast bikin, wêdetir an jî dûrtir naçin.’’

Mînaka Rûsyayê

Gossner wiha domand: ‘’Ji bo bandorê bike derfetên xwe yên kêm hene, lê belê ev yek jî wê pirsê dixe rojevê ku CPT û Konseya Ewropa li dijî binpêkirina mafên mirovan û êşkenceya li Îmraliyê û girtîgehên din ên Tirkiyeyê ji bo wergirtina tedbîrên pêwîst gelo zexta têrker heta niha li Tirkiyeyê kiriye yan na? Ya rast, dem hatiye ku Tirkiye ji ber binpêkirinên hiqûqî bi encamên rasteqîn re rû bi rû bimîne. Û ev yek dikare pêkanînên li ser berpirsyarên sîstema girtina di hucreyê de ya li Tirkiyeyê be. Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê di salên 2021, 2023'an de di çarçoveyeke din jî de be weke parçeyek ji prosedura binpêkirinê, ji bo pêkanîna tedbîrên cezakirinê û pêkanînan a li hemberî Tirkiyeyê zext dikir. Di rewşeke zêdegaviyê de weke ku bi serê Rûsyayê de hat ku piştî şerê êrişa sala 2022'an a li ser Ûkraynayê, Tirkiye jî dikarîbû ji Konseya Ewropayê biavêje (Lê belê Rûsya bi vekişînê ev dengdan asteng kiribû). Lê belê dema ku endametiya Konseya Ewropayê bi dawî bû, dewleta navborî bi rengekî otomatîk ji Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî vedikişe, yanî êdî bi vê peymanê re girêdayî nabe."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.