Hunermendê ji Başûrê Kurdistanê Hiwa K pêşangeha xwe ya pêşî ya solo ya li rojhilata Navîn li Mîrîtiyên Yekbûyî yên Ereb li dar dikeve. Xebata wî ya hunermendî ya deh salan, bi pirranî ji kaniya tecrûbeyên wî û têgihiştina wî ya mîzahê vedixwin. Berhemên wî li ser jicihûwarbûn, aîdbûn û xwegiriyê ne.
Gelek berhemên di pêşangeha Do You Remember What You Are Burning (Tê bîra te tu çi dişewitînî?) elaqedarî penaberî û bajarê Silêmaniyê ne; li bajarê ku hunermend bi xwe sala 1975´an lê hatiye dinê.
Berhemên wî li Jameel Arts Centre a li Dunai wê heta 24´ê Tîrmehê bên nîşandan.
DUBAÎ