Taybet Înan a hefteyekê li erdê ma

Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:30

  • Keça dayika Taybet, ku bedela nasnameya Kurdbûnê bi canê xwe da, Şaristan Algan di 9’emîn salvegera qetilkirina dayika xwe de wiha got: “9 sal di ser komkujiyê de derbas bû. Sûcdar nehatin darizandin. Em ê li pey doza xwe bin. Em ê her tim aştiyê bixwazin.”

Di salên 90’î de piştî şewitandin û valakirina gundan, di navbera 2015-2016’an de li Kurdistanê qedexeyên derketina derve hatin îlankirin û li wir di her cureyên êrişên pêk hatin de qirkirina Kurdan pêk hat. Tevî her tiştî Kurdan şûnde gav navêtin û têkoşîna xwe domandin.

Li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê jinan di eniya pêş de cih girtin û xwestin zarokên xwe, axa xwe biparêzin. Jin li vir bûn kirde. Sêvê, Pakîze, Fatma û bi sedan jinên din. Bêguman Dayika Taybet bû strana berxwedana Kurdan.

Dayika Taybet kî ye?

Taybet Înan di 19’ê Kanûna 2015’an de li taxa Nûh a Sîlopiyê li kolana 58’emîn de dema ji mala cîranan vedigeriya ji aliyê leşkeran ve hat qetiklirin. Cenazeyê Taybet Înan 7 roj û 7 şevan li  kolanê ma.

Tiyê wê jî hat qetilkirin

Birayê hevjînê wê Yusuf Înan ku bihîst dayika Taybet hatiye qetilkirin, xwest biçe bîne. Lê Yusuf Înan jî li kolanê hat qetilkirin. Piştre hevjînê wê Halît Înan xwest biçe alîkariyê. Lê ew jî birîndar bû.

We dayika min qetil kir

Kurê Dayika Taybet di nameyeke nivîsandibû de wiha got: “We dayika min qetil kir. Zarokên we hene gelo, zarokên we tunebin jî xwediyên we hene. Ez nabêjim ev êşek çawaye, lê pir giran e. Dayika min 7 roj û 7 şevan li erdê ma, bi bîrîndarî bi rojan ma. We dayika min qetil kir. Nivîskarê vê komkujiyê dewlet e.”

Heznî Înan jî hat qetilkirin

Keça Dayika Taybet, Heznî Înan jî di qedexeyên derketina derve de li taxa Cudî ya Cizîrê di jêrzemînê de hat qetilkirin. Desthilatdariyê îdia kir ku Taybet Înan ji aliyê PKK’ê ve hatiye qetilkirin. Lê rapora otopsiyê ev derewand û eşkere bû ku segvanan gule barandiye.

Em ê li pey doza xwe bin

Keça dayika Taybet, Şaristan Algan bi wesîleya 9’emîn salvegera dayika xwe axivî. Şaristan Algan behsa dayİka xwe kir û got: “Sala dayika min hat qetilkirin bi rastî ji bo me sala herî zor bû. Me pir êş kişandin. Li tu dewletê li tu derê tiştekî wisa neqewimiye. Bifikirin cenazeyê mirovekê 7 rojan li kolanê dimîne. Ev ji bo me pir zor bû. 9 sal di ser komkujiyê de derbas bû. Sûcdar nehatin darizandin. Em ê li pey doza xwe bin. Em ê her tim aştiyê bixwazin.”

7 rojan li kolanê ma

Şaristan Algan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema hemû êrîşan nasnameya kurdan e. Derdê wan zimanê me ye. Naxwazin em zimanê xwe bi kar bînin. Em hene em ê her tim hebin. Dayika min 7 rojan li kolanê ma. Me nikaribû tiştek bikira. Ev pir zor bû. Ev êşek pir mezin e.”

JINNEWS/ŞIRNEX

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.