Li gundê Dêlziyan ê li navçeya Diyale ya ser bi bajarokê Soran a ser bi parêzgeha Hewlêrê, taxek heye ku heta niha navê xwe jî nîne. Niştecihên taxê jê re dibêjin taxa Serdeşt, lê ev tax ji hemû xizmetgûzariyên sereke bê par maye. Ne ava vexwarinê heye, ne rêyên wê hatine qîrkirin. Werza havînê, di nava toz û dumanê de ye, werza zivistanê jî di nava heriyê de ye. Pirsgirêka herî mezin nebûna ava vexwarinê ye ku heta niha ti projeya ji bo avê ji taxê re nehatiye çêkirin.

Ji bo şûştinê jî av nîne

Şivan Mistefa di sala 2014’yan de mal ji xwe re avakiriye û li vê taxê jiyan dike. Wek Şivan bi xwe dibêje qasî salekê ye daxwazên xwe bi nivîsek fermî pêşkêşî berpirsê îdareya serbixwe ya Soran kirine, lê heta niha ti bersivek ji bo çêkirina projeya avê û qîrkirina rêyên nav kolanên taxê nedane.

Viyan Osman derbarê heman mijarê de axivî û got:“Ji ber bê aviyê nizanim çi bikim. Min ji mala birayê xwe av ji bo cilan aniye. Rojane divê du an sê caran cilûbergên zarokên xwe biguherînim. Ji ber toz û dumanê pîs dibe û av jî nîne em bişûn. Îdareya serbixwe ya Soran her roj li ber deriyê malên me re diçe karê xwe yê fermî, dibîne ku em di çi rewşeke xirab de ne, lê nake xem û daxwazên me pêk nayîne.”

Gelek tax bê xizmet in

Yek ji kesên ku destpêkê li vê taxê bi cih bûyî û mal avakirî Mihemed Nasire. Ev tax di sala 2009’an de hatiye avakirin, lê ji wê salê heta niha ne navek lê hatiye kirin ne rêyên wê hatiye çêkirin, wek Mihemed Nasir bi xwe dibêje elektrîka wê jî qasî pêwîst nîne û wiha axivî:“Em bi tankeran ava vexwarinê werdigirin. Carna tanker xirab dibe yan diteqe, 10 roj heta 2 heftiyan av ji bo me nayê. Pirsgirêka me ya herî mezin nebûna avê ye. Bang li hikûmet û aliyên peywendîdar dikin ku ava me ji bo me dabîn bikin û rêyên me ji me re qîr bikin.”

Li sînorê vê herêmê ne tenê ev taxa Soran, gelek taxên din hene ku ji xizmetgûzariya sereke bê par mane.

ROJNEWS/SORAN