Aktîvîstên ekolojiyê yên ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê talankirina xwezaya Kurdistanê wek "dewama konsepta qirkirin û îmhayê" bi nav kirin.
Dewleta Tirk û çeteyên wê piştî êrişa dagirkeriyê ya li ser Başûrê Kurdistanê, dest bi birîna daran li herêmên PDK'ê kir ku êrişên dagirkeriyê van rojên dawiyê lê didomin û daran bi rêya şîrketên li Tirkiyê difiroşin. Hate zanîn ku endamê Polîtburoya PDK'ê Elî Ewnî destûra firotina daran daye.
Aktîvîstê Înîsiyatîfa Keziyên Kesk Zîwar Şexo diyar kir ku dewleta Tirk polîtîkayên xwe yên şerê qirêj yên li ser xwezayê didomîne û got: "3 sal e li Efrînê bi heman rengî xweza tê talankirin. Ava li Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut kirine. Rêgeha 5 çemên ku di herêma Cizîrê re diherikin, hate guhertin. Ev hemû binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Lewma talana xwezayî ya li Başûrê Kurdistanê ne rewşeke nû ye, ev 10 sal e daristanên Kurdistanê tên şewitandin û dar tên birîn."
Aktîvîstê Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Vahap Işikli jî diyar kir ku dewleta Tirk li her derê xwezayê talan dike û ev yek li çiyayê Cûdî jî tê kirin û got: "Li her cihê ku em lê dijîn, divê em xwedî li ax û xwezaya xwe derkevin. Bi HES û bendavan gundên me tên valakirin. Xwezaya me bi êrişên dagirkeriyê tê talankirin. Li şûna daristanên me yên hatine şewitandin, keleh tên çêkirin. Sîteyên leşkerî tên avakirin.”
Berdevkê Partiya Kesk a Kurdistanê ya Başûrê Kurdistanê Dana Elî jî got: "Mafê tu welatekî nîn e ku êrişî xaka Kurdistanê bike. Xaka Kurdistanê serbixwe ye. Ev ax ya me ye. Em bi tu awayî qebûl nakin ku tu kom, partiyeke cuda sînorên Kurdistanê binpê bike. Însyatîfa Tirkiyê binpêkirina destûra me ye û her wiha hiqûqa navneteweyî ye. Ya ku dewleta Tirk dike, êrişkarî ye, qirkirin e. Ev êriş di heman demê de êrişa li dijî xwezaya Kurdistanê ye."
ANHA/QAMIŞLO