Ta dilopa dawî ya xwînê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 01:46

HRRKʹê amadekariyên lidarxistina Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 8´an dike. Mihrîcan dê du hefteyan dewam bike.

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) amadekariyên Mihrîcana Rojava ya Çand û Huner a 8´an dike. Mihrîcan wê bi dirûşma “Em li vir ta dilopa dawî ya ximavê, ta dilopa dawî ya xwînêʹʹ ji 11ʹê Mijdarê heta 25ʹê Mijdarê li avahiya HRRKʹê were lidarxistin. Wê gelek rewşenbîr û afrîner ji herêmên cuda yên Rojavayê Kurdistanê tev li mihrîcanê bibin.

Der barê bername û berhemên mihrîcanê de, endamê Desteya Rêveber a HRRK û berpirsê komîteya çalakiyan Ehmed Huseynî got, “Mihrîcana yekemîn sala 2014`an li bajarê Wuppertalê Elmanya li dar ket. Piştî wê, lidarxistina mihrîcanê her sal li Ewrûpayê dewam kir ta ku navenda HRRKʹê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate vekirin. Pê re, mihrîcan salane li Rojava hat lidarxistin. Cara yekê li Kobanê û salên li pey wê li Qamişlo hatin lidarxistin.”

 

Mirov dikare tiştên bedew biafirîne

Têkildarî giringiya mihrîcana îsal, Ehmed Huseynî got, “Tevî mercên dijwar jî dîsa em ji cîhanê re îsbat dikin ku em afrîner in û dikarin tiştên xweş, çi helbest be yan jî film be yan jî mihrîcan be yan jî çîrokên kurt bin, biafirînin. Em diyar dikin ku mirov dikare tiştên bedew biafrîne û bi wêneyê herî xweşik pêşkêşî mirovahiyê bike.”

Ehmed Huseynî îşaret bi armanca lidarxistina mihrîcanê kir û got, “Bi zelalî balê dikişîne ser taybetmendî û mîrasa çandî ya kevnar û ji civakê re pêşkêş dike, qada çandî firehtir dike ku gelê Kurd bi rêya çand, bawerî û urf û adetan dike yek, her wiha êş û zehmetiyan rave dike û bi vê yekê giyanekî yekgirtî yê erdîngariya ku lê dijî îfade dike.”

 

Pêşangeh, semîner û nîşandan filman

Ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemûyan nivîskar, afrîner û hunermend tev li mihrîcanê dibin. Ehmed Huseynî li ser beşdaran jî dibêje, “Di plana me de hebû ku di mihrîcanê de nivîskarên Kurd ên ji Başûrê Kurdistanê hebin. Lê rewşa heyî derfetê nade ku ew lê amade bin, nexasim rewşa li Başûrê Kurdistanê û sînor dibin asteng.”

Li ser bernameya mihrîcanê Huseynî destnîşan kir ku wê di mihrîcanê de şevbuhêrkên helbest û çîrokan, şano û filmên Kurdî wê werin nîşandan: “Qederê 25 kurtefilman tên nîşandan, pêşangehek tê vekirin û semîner têkildarî dozên giring tên dayîn.”

Ehmed Huseynî di dawiyê de dibêje, "Ez hêvî dikim ku mihrîcan têrê bike da ku rola ku divê rewşenbîr bilîzin, şirove bike."

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.