- Gava ez li berhemên Ellen Jewettê dinihêrim ew bi min re dipeyivin û dibêjin: Dinya ne tenê em mirov û tişt û miştên me ne.
LUQMAN GULDIVÊ
Ellen Jewett hunermendeke wisa ye ku peykertraşiyeke bi gelek materyalan dike; ew hem metal, hem kîl û hem jî rengan bi kar tîne. Di encamê de ew peykerên welê yên heywanan çêdike ku her kesa lê binihêre pêşî diheyire ji ber ku nizane rastî li ku dest pê dike û xeyal li ku bi dawî dibe. Di peykerên wê de bi qasî dewirîna xwezayê, xwetevdan, tevger bi xwe jî xuya ye. Ellen Jewett bi peykerên xwe ne ku tesîra kêliyeke statîk diafirîne; heta mirov dikare bibêje berevajî vê peykerên wê tevgerê dixin qalibekî mirov karibe dest bidiyê. Nakokiyeke wisa diafirîne ku di nava statîkbûna qalib û rewaniya tevger û zemanî de ji bo kesên li derve, sînor zelûl dibin. Ellen Jewett bi peykerên xwe sînorê di navbera surrealîzmê û realîzmê de jî zelûl dike. Ne ku berhemên wê bi xetên zelûl in, berevajî ji ber ku xet têra xwe zelal in, ew sînor bêyî ku xumamî bibe, zelûl dibe.
Hunermenda Kanadayî Ellen Jewett peykertraşiya dîroka xwezayî bi surrealîzma xwe ya taybet dike. Peykertraşî ji wan huneran e ku xurtiya dîtinê, heyjêhebûna destpêdanê û ew jehatîbûna bi pratîk û temrîna demdirêj peyda dibe, her diberide gava xwe ber bi kamilbûnê ve diavêje. Lê belê min li jor behsa surrealîzma taybet a Ellen Jewettê kir; ji bo ku mirov karibe weke wê peykeran çêke, divê ew zanîn û bîrewariya jiyanê, tiştên zindî jî bi mirov re hebe. Di surrealîzma Ellen Jewett de proporsiyonên guhertî nînin, lê mirov di wan sehneyên wê çêkirî de bi karê çêkirina paşxaneyê û awayê ketina navhev a vê paşxanê û fîgurên eslî yên peykerî surrealîzmê hîs dike.
Di gakoviya wê ya gewr de “White Stag” serî gakovî di nava çiqil û şaxan de, tevî kurkekî hemû giya jî ya li ber çavên me dîsa heywaneke ku weke gakoviyan disekine û dimeşe heye. Balînayê wê yê bi darçaman jî di surrealîzma xwe de realîzma xwe ji dest nade. Heta berhemên wê yên weke ejderê spî “White Dragon” bi sekneke wisa hatine çêkirin ku mirov bibêje zindî ye. Zimanê berhemên wê zimanê tevgerê ye, zimanê kînetîk e.
Heywan û têkiliyên mirovan bi wan re
Ellen Jewett ne tenê heywan û xwezayê nîşan dide, ew di heman demê de têkiliya mirovan bi wan re jî nîşan dide. Ji bilî estetîka di tiştên zindî de, ew miameleya me bi wan re û têkiliyên me bi wan re jî di hunerê xwe de dike mijar. Mesela di gelek berhemên wê de em ne tenê heywanan dibînin, em her wiha dewsa wan efsane û mîtên mirov li wan dikin ba jî dibînin. Weke reqê daristanek li ser pişta wî. Wekî din Gakoviyê Spî, Berazê Keltî. Wekî din ji mîtolojiyên Hindî, Sinî û Emerîkî jî mirov gelek hêmanan di berhemên wê de dibîne. Weke reqê li jor min behsa wî kir û Afirînerê Dinyayê (marek e). Gelek ji van fîgurên Ellen Jewett di peykerên xwe de nîşan dide, di efsaneyên miletên folklora wan dewlemend de ji malê ne.
Peywendiyeke nû bi yên din ên heywan re
Me mirovan dinyayeke wisa afirandiye ku em xwe her diçe bêhtir ji xwezayê qut dikin. Gava mirov li berhemên Ellen Jewett dinihêre, mirov dibêje qey, ew hewl dide em mirov ji nû ve peywendiyê deynin bi “yên din” yanî cihêrêngiyên din ê heywan re. Gava ez li berhemên Ellen Jewettê dinihêrim ew bi min re dipeyivin û dibêjin: Dinya ne tenê em mirov û tişt û miştên me ne. Divê em vê ji nû ve hîn bibin di nava wê de bijîn. Di nava vê pirrengî û cihêrengiya xwezayî de hîn bibin xwe li mal hîs bikin, em ji wê malê bin. Em hîn bibin bi hev re bijîn, bi xweza û hawîrdora xwe ya ecêb zengîn û zehmet e mirov hesabê her tişta wê bike.
Ha ji ber wê berhemên Ellen Jewett ên ku şiklên xwezayî û serhatiyên çandî di nava hev de dihûne min ber bi xwe dikişînin. Nizanim çima romaneke ji bo ciwanan a Lack London jî tîne bîra min: Banga dinya kovî (The call of the Wild)!
Dike ku mirov bihizire
Çerx û dolabên biaqilane û bi qest di nava fîgurên xwe yên organîk û efsanewî de bi cih dike, êdî meseleyê ji estetîka seresere jî xilas dike, yan jî meseleyê ji estetîka seresere wêde dibe. Parçeyên metal ên xuya ên di nava hinan ji van fîguran de daxuyaniyên eşkere teknolojîk in. Gelo bi vê hunermend dixwaze balê bibe ser kedîkirina bi darê zorê û hişk? Axir, bi bersivê ez nizanim, lê ya ku ew dike li ser bihizirim, mijarên weke mafê heywanan, jiyana sunî ne; helbet her wiha guherandina genetîkê di çandinî, sewalkarî û tibê de jî tîne bîra min. Ji ber wê ez di warê peyam û tesîrê de di berhemên wê de aliyekî ji estetîkê û wêde serketî dibînin: Ew dike mirov serê xwe bi van mijarên cidî re biêşîne di vê serdemê de ku biyolojiya sentetîk êdî rastiyek e.
Di hevpeyvîneke wê ya bi Harry Gomez re, Ellen Jewett dibêje, “Çi qasî weke klîşeyekê jî be, îlhama min xweza bi xwe ye. Ne fikreke li ser xwezayê, ne ekraneke xweşkok li ser maseya kompûterê, bêhtir peywendiyeke zindî ya ji hinavê ve. Ez wan dar û nebat, û heywanên di jiyana xwe de weke îlhama xwe dibînin, ewên ku min şexsî ew nas kirin.”
Akademî û huner di nav hev de
Ellen Jewett li Markham Ontario ya li Kanadayê hatiye dinê. Wê sala 2007’an mastera xwe ya antropolojî û hunerên bedew li Zanîngeha McMaster qedand. Piştre wê resm ji bo weşanên tibî xêz kirin, li heywanên egzotîk miqate bû dersên anîmasiyonê dan zarokan. Di heman demê de jî wê doktoraya xwe kir di antropolojiya biyolojîk de.
Îro nexasim li ser înternetê karê wê gelekî darîçav be jî wê kitêba Fantasy Sculpture (china) ji weşanê re hazir kiriye. Kovara bi navê The Ideal Home and Garden de berhemên wê hatin danasîn, par kovara ImagineFX, di kovara zanistî ya hunerê ART û gelek kovarên din cih dan hunerê wê û nivîsên wê.
Berhemên wê herî dawî li, Muzeya Hunerê Hevçerx MESA’yê, li Arizona ya DEwletên Yekbûyî yên Emerîkayê bi navê “Flora and Fauna” hatin nîşandan.