Weşanxaneya Peywendê vê carê bi berhemeke lêkolîn û rexneyê derdikeve pêşberî xwendevanan û pirtûkeke bi navê "Sûretê Piştê" çap kir.

Pirtûka Ferzan Şêr ya bi navê Sûretê Piştê bi sernavê “Barê mêtingeriyê di Anatomiya Edebî ya Helîm Yûsiv de” ji Weşanên Peywendê derçû. Nivîskar Ferzan Şêr bi vê berhema xwe li ser azmûn û serboriya edebî ya Romannûsê Kurd Helîm Yûsiv rawestiyaye û xebateke rexneyî derxistiye holê.

Di bergê dawî yê pirtûkê de tê gotin; “Berpirsê hemû teşqeleyên li welêt poz e. Ji ber vê yekê jî dadgeha bilind, ne ku dil û daxwaz dike, biryar dide darvekirina wî (pozî). Lê pirs ev e: Wê çawa poz bidarvekin. Di vir de eşkere dibe ku perçebûna poz stratejîyeke veguherînê ye, dema ji gewdeyê eslî vediqete, dikare bifire, dibe ku biweste; lê dema dikeve destê dadgehê, li hemberî zagonê dibe perçeyekî kêrnehatî, lewma jî dema wesfên xwe yê mirovî wenda dike, ango bêstû dibe (ji ber ku stû netewandiye), cihê darvekirinê tê de nîne. Encax bi stûtewandinê re mirov kare şûna darvekirinê rê desthilatan bide.”

AMED