Şûrekî talankeriya Tirk

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 12 Hezîran 2022 - 22:00

  • Ji şûrê dirêj, ji ber zingargirtinê îro qederê 45 santîman maye. Ev şûr yekane ye ji van şûran ku ji wê heyamê li Yewnanistanê hatiye dîtin. Ew di heman demê de bi bîr dixe ka Tirk bi çi sedeman û çawa çûne Yewnanistanê û ew dagir kirine.

Arkeologên Yewnan ji nîvgiravên Çalkîdîkiyê, li nav xirbeyên manastirekê de şûrekî zingargirtî dîtin. Li gorî wan, ev şûrê korsanên Tirk bûye, yên ku di sedsala 14’an de bi ser manastirê de girtine. 

Ev şûrê yek aliyê wî tûj bi zingara sedê salan hew xweşik tê nasîn. Lê arkeolog wê nas dikin, ew ji wan şûran e ku korsanên Tirk di serdema navîn de bi kar dianîn. Ew li manastireke weke kelehê parastî ya li bakurê Yewnanistanê di kolanên arkeolojîk de hat dîtin. Esas arkeolog tam piştrast nînin, gelo yên ku ev manastir diparastin, yan korsanên Tirk ên êrişkar ew bi kar anîne.

Axir ev şûrê hanê, esas vedîtineke ne adetî ya arkeolojîk e, ji ber ku tiştên hesinî yên ev qasî kevin, bi pirranî namînin îro û bi temamî dibin zingar û tine dibin. 

Ji sedsala 14’an maye

Awayê sîlehê jî di sedsala 14’an de yeke welê bûye ku korsanên Tirk û bîzansiyan jî bi kar dianî. Arkeolog Errikos Maniotis ê li Zanîngeha Masaryk ya li Brno ya li Çekyayê, li vî şûrî kolaye. Ew dibêje, “Zehmet e mirov bi esehî bibêje, ka ev şûr ê hêza parastinê ya Bîzansî bû, yan jî yên [talankerên] muhtemelen Tirk bû. Ji ber ku herduyan jî hingê ev sîleh bi kar dianî.” 

Maniotis bi arkeolog Theodoros Dogas re kar dike. Ew jî li saziya hikûmeta Yewnan a Çalkîdîkî û Çiyayê Athos kar dike. 

Axir di sedsala 14’an de korsanên Tirk bi ser “Manastira Agios Nikolaosê ji Çrîsokamarosê” de girtiye. Esas korsanên Tirk di sedsala 14’an de sê caran bi ser manastirê de girtiye. 

Ev manastir yan jî manastireke li heman deverê, ji sedsala 11’an ve hebûye. 

Kolanên arkeolojîk salên 2000-2001’ê pêşî bi rê ve çûn û hingê, ev şûr jî hatibû dîtin. Lê paşê hîna nû li dora manastirê sûrên ji zinarên granît ên 1,7 ta 2 metreyan stûr hatin dîtin. Yanî ev manastir li dijî êrişên artêş û korsanên Tirk ji bo ku xelkê deverê xwe lê bigire û lê bisitire hatiye çêkirin. 

Ji birca wê ya berê ya bilind, îro qederê 5 metroyan li ser xwe mane, yên mayî hilweşiyane. Sedema hilweşînê jî şewateke giran bûye. Di wê tebeqeya arkeolojîk a şewatê de sîlehên weke şûr, serê rim û tîran, bivir ev şûrê hanê hatine dîtin. Ji ber vê arkeolog difikirin ku birc hatiye hilweşandin piştî şewateke mezin a piştî êrişeke talankerên Tirk. 

Korsan û talankerên Tirk

Herçî ew şûr e, mirov di miniyatûrên Selçûkî yên ji sedsala 13’an de dibîne. Lê hin lêkolîn nîşan didin ku Bîzansiyan jî ev şûr bi kar anîne.

Yanî xwediyê vî şûrî dibeke ku talanker yan jî korsanekî Tirk ê sedsala 14’an be, lê her wiha dibe ku parastvanekî manastirê yê Bîzansî jî be. 

Maniotis û Dogas di sedsala 14´an de karîn sê bûyerên leşkerî yên îşaret bi vê manastirê dikin, derxin holê. Yek jî êrişên korsanên Tirk ên sala 1344’an in. Wan di van êrişan de rêveberên Manastira Çiyayê Athosê jî revandiye. Paşê sala 1345’an qralê Sirban Stefan Duşan ev dever dagir kiriye û heta 1371’ê dever dagirkirî maye. Bûyera sêyem jî talankerên Osmanî ji bo xwarin û dexl ji 1383’yan heta 1387’an bi ser devera Çalkîdîkî de girtiye. 

Maniotis tam piştrast nîne, lê ew difikire ku ev şûrekî talanker û korsanên Tirk e û ji sala 1344’an maye. 

Ji şûrê dirêj, ji ber zingargirtinê îro qederê 45 santîman maye. Ev şûr yekane ye ji van şûran ku ji wê heyamê li Yewnanistanê hatiye dîtin.

Ew di heman demê de bi bîr dixe ka Tirk bi çi sedeman û çawa çûne Yewnanistanê û ew dagir kirine.  

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.