• Cemaet û komeleyên ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tên nasîn, li navçeya Sûrê li avahiyên ku nû hatine çêkirin û radestî xwediyên wan nehatine kirin, bi cih dibin. 

Cemaet û komeleyên ku bi nêzîkbûna xwe ya bi hikûmetê re tên nasîn, li navçeya Sûrê li avahiyên ku nû hatine çêkirin û radestî xwediyên wan nehatine kirin, bi cih dibin. 

Ajansa Mezopotamyayê (MA) da zanîn ku li navçeya Sûr a dîrokî piştî ku sala 2015’an êrişên tinekirinê biribûn ser rêveberiya xweser a xelkê, li gelek taxan gelek avahî hatibûn xerakirin. Li şûna avahiyên hatibûn xerakirin, avahiyên nû hatibûn çêkirin, lê radestî xwediyên wan nehatibûn kirin. Niha li şûna ku wan avahiyan radestî xwediyên wan bike, dewleta Tirk wan pêşkeşî cemaet û komeleyên cuda yên nêzîkî hikumetê dike. Li gelek avahiyên li rex sûran ên li Taxa Fatîh, Alîkariya Hayrat, Komeleya Alîkarî û Ciwanan a Dîcle Îlîm Îrfan (DÎGED) û Navenda Çand û Ciwanan a Zemzem a girêdayî DÎGED’ê bi cih bûn. Cihek jî dan Weqfa Bi Hêzkirina Teşkîlata Edaletê û firmaya SAMABÛRSA ku karên restorasyona li Sûrê bi rê ve dibe. 

Hin cihên ku ew avahî lê ne jî ji bo platoya rêzefilmên TRT Kurdî tên bikaranîn. Avahiyên nû ji bo rêzefilmên TRT Kurdî veguherandin firin, mêwefiroş û çayxaneyê. Her wiha ji bo rêzefilm, dekora hin kuçeyan jî hatiye guherandin. 

Hasirli yek ji 6 taxên Sûrê yên xirakirî ye. Li wê derê piştî xirakirina taxê, 52 dikan hatibûn çêkirin. Dewleta Tirk di 10’ê Sibatê de bi destê Şirketa Bazirganî û Xizmetên Rêveberiya Milkan ya ser bi Îdareya Avahiyên bi Komî (TOKÎ) bi mezatê pêşkeşî sermayedaran kiribû. Tenê sermayedarên ku dawetname ji wan re çûbû, tev li mezatê bûbûn. 

AMED