Hiukûmeta Başûrê Kurdistanê, şûnwarên dîrokî yên li navçeya Germiyanê Kifriyê paş guh dike. Welatiyên navçeyê parastina wan girîng dibînin. Rêveberê Saziya Şûnwariya Kifrî Ubêd Mihemed Elî dibêje, hikûmet di nava krîzê de ye, û lewma daxwaza alîkariyê ji xêrxwazan dike.
Di nava van şûnwaran de mala Meclîd Paşa, bazar û qesr û hejmarek xaniyên kevin hene û ji ber paşguhkirinê li ber hilweşînê ne.
Welatiyê Kifriyê, Diyar Enwer dibêje, bi şûnwarên Kifrî dikarin navçeya Kifrî ji herêmên din cuda dibe û mihim ev şûnwar bên parastin.
Avahiya qesra Kifrî yek ji şûnwarên navçeyî ye ku di serdema dagirkeriya Ingilîzan de hatiye avakirin. Rêveberê Saziya Şûnwariya Kifrî, Ubêd Mihemed Elî got, şirketa Gazprom a Rusî ji bo vê qesrê qederê 10 hezar dolarî xerc kiriye, û niha metirsiya rûxanê li ser nemaye, lê divê bê nûjenkirin.
ROJNEWS/GERMIYAN