Sûlavka dêw a plazmayan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 17 Adar 2023 - 09:19

Dîwarekî ji plazmayên gazê yên nêzî 100 hezar kîlometreyan bînin ber çavên xwe. Zehmet e, ne welê. Lewma mirov bi 40 hezar kîlometreyan li cihê herî fereh ê dinyayê dikare li dora wê bigere. Vê carê mirov çawa dîwarekî du caran lê texeyul bike.

Dîmenekî nû yê rojê, kêliyeke welê girtiye, ku dîwarekî dêw ê ji plazmayên gazê li ser rojê peyda bûye. Ev dîwar 96 hezar 500 kîlometreyan bilind bûye. Û paşê weke sûlavkekê bi ser rojê de bariyaye.

Ji vê bûyera dîwarê ji plazmayên li rojê re “Beloqiya tacê ya qutbî (PCP)” tê gotin. Ev wêneyê nû 9´ê Adarê hatiye girtin.

Kesê wêne girtî wênegirê stêrkan Eduardo Schaberger Poupeau ye. Ew wêneyên xwe ji bajarê Rafaela yê li Arjantînê digire. Wî got, “Dîwarê plazma qederê 100 hezar kîlometreyan bilind bû ji zemîna rojê. Li ser ekrana kompûtera min weke bi sedan xetên plazmayan xuya dikirin ku weke dîwarekî xwe berdidan jêr."

PCP esas, weke teqînên gazên îyonîzebûyî ne ku bi tesîra enerjiya meydana meqnedûzî weke teqînan didin der. Lê ew nêzîkî qutbên Bakur û Başûr ên meqnedûzî yên rojê diqewimin. Ji ber wê jî gelekî xurt û mezin in. Gava bi ser zemînê rojê de ji nû ve dibarin, weke dîwarekî ji avê xuya dikin. Ji ber wê jî navê “Sûlavkên plazmayan” jî li wan hatiye kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.