Sûlava Geliyê Elî Beg dikeve nava sînorên parêzgaha Hewlêrê, girêdayî navçeya Soran e û 106 km’an ji navenda bajarê Hewlêrê dûr e. Geliyê Elî Beg dikeve navbera çiyayên Korek û Biradost. Ev gelî 12 km’yan dirêje û 800 metreyan ji asta deryayê bilind e û li werza havînê de germahiya gelî digihe 31 pileyan û zivistanê jî digihe 10 pileyan.
Sûlava Geliyê Elî Beg çavkaniya xwe ji rûbarê Dola Alan ê ji bajarokê Xelîfanê werdigre. Piştre ev av bi rûbarê Balekiyan û ava havîngeha Bêxalê dibe yek û diherikin Zêyê Mezin.
Rojane 3 hezar kes tên
Ji bilî geştiyarên navxweyî, ji bajarên din ên Iraq û Herêma Kuristanê, herwiha ji Îran û welatên din jî diçin ser vê sûlavê. Dayîka Eyam bi malbata xwe re ji Bexda hatiye Sûlava Geliyê Elî Beg dibêje;“Sûlava Geliyê Elî Beg gelek xweşe, xwezayek bedew, dilrevîn û gelek balkêş heye. Dikarin bi hêsanî pêdiviyên xwe yên xwarin û vexwarinê dabîn bikin.”
Karmendê geştiyariyê yê Sûlava Geliyê Elî Beg Mihemed Sebah dibêje Geliyê Elî Beg, xwedî dîrokek kevnar e û bi çêkirina rêya Hamilton bûye devereke geştiyariyê û got;“Rojane di navbera 2-3 hezar geştiyar serdana vê sûlavê dikin. Piraniya geştiyaran jî, ji herêmên navîn û başûrê Iraqê ne.”
Dixwazin vir firehtir bikin
Rêveberê Giştî yê Geştûgûzara Soran Feysel Sadiq têkildarî girîngiya Sûlava Geliyê Elî Beg got; “Geliyê Elî Beg xwedî giringiyek mezine. Li ser asta Herêma Kurdistan û Iraqê, yek ji devera herî navdar û girîng ya geştiyariyê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê projeyek girîng a geştiyariyê li Geliyê Elî Beg xistiye meriyetê. Em dixwazin di paşerojê de deverê firehtir bikin û bala zêdetir geştiyaran bibin ser vê devera bedew.”
ROJNEWS/SORAN