Mehmet Masum Suer li Amedê dimîne û ev 50 sal in ku wêneyan digire. Klûbeke wênegiriyê xelata Grand Master (Hostekarê Mezin) dayê. Suer, li 21 saziyên cuda yên cihanê endamê rûmetê ye.
Mehmet Masum Suer beriya bi 50 salan di zarokatiya xwe de dest bi wênegiriyê kir. Wî dixwest îsal vê 50 saliya hunerê xwe bi hin pêşangeh û çalakiyan pîroz bike, lê ji ber şewba Covid-19´ê nekariye. ew dibêje, "Heger rewş normal bibe û ez karibim, ez ê van çalakiyên bikim."
Suer wêneyê xwe yê yekê di nav malbata xwe de sala 1970´yî gava 13 salî bû girt. Sala 1974’an wêneyên wî di 2 kovarên hunerî de hatin weşandin. Suer, sala 1976’an di rojnameyekê de dest bi rojnamevaniyê kir.
Mehmet Masum Suer van deh salên dawî bi awayekî hunerî wêneyan digire û xebatên xwe bi giranî lêi meydana navneteweyî dewam dike. Sala 2017’yan Federasyona Hunerê Wênegiriyê ya Cîhanê (FIAP) ew ‘hunermend’ qebûl kir. Paşê wî nîşanên AFIAP û EFIAP (Hunermendê Bêqisûr) wergirtin.
4 saziyan Suer, heta dawiya temenê wî, ew weke endamê xwe yê rûmetê pejirandin.
Klûba bi navê Green Go ya ji Hindistanê, nîşana herî mezin a di hunerê wênegiriyê de ‘Hostekarê Mezin (Grand Master)’ da hunermend Suer.
AMED