Stund-up a ‘Du Ziman’ li Cizîrê bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Gulan 2024 - 00:18

Li navçeya Cizîr a Şirnexê şaredariya Cizîrê di çarçoveya 10’emîn Mihracana Ziman, Çand û Hunerê ya Cizîrê li ber avahiya şaredariyê bi bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî Stand-up ya “Du ziman” ji aliyê şanoger Salih Yildizoz ve hate pêşkêşkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, Rêxistinên DEM Partiyê yê navend û navçeyan, hevşaredarên navçeyan ê DEM Partiyê rêxistinên sivîl ê civakî û bi sedan welatî ji bo temaşekirina Stand-upê amade bûn.

Di Stand-Upê de bal kişand li ser ziman. Beşdervanan seatên bi keyfxweş derbas kirin. Di dawiya şanoyê de parlamanter Zekî Îrmez, axivî. Îrmez bal kişand bi ser giringiya ziman û got: “Ev sê roj in mihrîcana cizîra Botan didome. Piştî 8 salan wargeha çand û hunera Cizîra Botan pêk tê ev jî me kelecan dike. Em timî dibêjin çîroka ziman, huner û çandê li Cizîra Botan belav bûye. Cizîr her tim li ser çand û zimanê xwe maye. Divê ku em xwedî li çand, huner û zimanê xwe derbikevin.”

MA/CIZÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.