Stûna şanoya Kurdî bû

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 1 Sibat 2025 - 00:35

BÎSAN RESÛL / ANF / QAMIŞLO

Şanoger û derhêner Dilcan Osman Oso, ji zaroktiya xwe ve bavê Teyar ê nemir nas dikir û piştî mezin bû jî, bû yek ji endamê koma Bavê Teyar û pê re gelek skeçan amade kirin. Şanoger û derhêner Dilcan Osman Oso diyar kir ku Bavê Teyar kesayetek dixwest gelê Kurd bi hêz bike û nehêle ku dijmin çand, ziman û kevneşopiyên Kurdan winda bike.

Dilcan Osman Oso, anî ziman ku Bavê Teyar ê nemir ji bo zimanê Kurdî xebateke berfireh meşandiye û got, “Ji ber zextên rejîmê me nedikarî bi zimanê xwe bixwînin û biaxivin. Lê Bavê Teyar ji bo me bû lehengek. Di rewşên ku kesekî nikarîbû bi zimanê Kurdî biaxive, Bavê Teyar bi zimanê Kurdî diaxivî û bêyî ku ji rejîma Baasê bitirse, hunera xwe bi derfetên herî kêm pêşkêş dikir.”

Dilcan Osman Oso, diyar kir ku ji ber fîlm û skeçên Bavê Teyar, cîran, malbat û gund li hev kom dibûn û got, “Bi taybet zarok gelek ji bavê Teyar hez dikirin. Bavê Teyar bi rengekî cuda diket dilê gel. Ev yek jî têkiliya xurt a bavê Teyar û civakê yên nêzîk, jidil nîşan dida. Bavê Teyar êş û kêfxweşiya gel didît û li ser vê bingehê berhemên xwe pêşkêş dikir. Bavî Teyar bi zarokan re zarok bû, bi kalan re kal bû, bi rewşenbîran re rewşenbîr bû. Yanî Bavê Teyar hêza wî hebû ku bi her kesî re bide û bistîne. Di heman demê de Bavê Teyar di gelek filmên xwe de rexne jî dikirin û gelek peyam di riya filmên komîk de ji gel re radighand. Bavî Teyar di her aliyê de ji bo me balkêş bû, hem di milê cil û bergên xwe de û hem jî di aliyê zimanê Kurdî de. Bavî Teyar êş û azarên gelê Kurd tanî ser ziman.

‘Stûna şanoya Kurdî bû’

Bavê Teyar ne tenê li ser asta Rojavayê Kurdistanê balkêş bû, li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê balkêş bû. JI ber van dewletên netewperest ku nedihiştin Kurd bi zimanê xwe biaxifin û tim di nav êşkenceya dewletê de derbas dibûn Bavê Teyar dixwest vî sînorî bişkîne zimanê gelê Kurd ji tevahî cîhanê re belav bike. Ez dikarim bibêjim ku Bavê Teyar stêrkek li tevhî malên Kurdistanê geriya û şopa xwe li her cihî hişt. Ez dikarim bibêjim ku di rêya wê kasêta fîlmê Bavê Teyar de civat digeriya û her kes bi kêf û xweşî li wê civatê rûdinişt. Ez ê bibêjim û her dem ez dibêjim ku Bavê Teyar sitûna bingihîn ya Şanoya Kurdî û şanogerên herî navdar yê Kurdistanê ye.”

Şehadeteke pirr zor û bi êş

Dilcan Oso, diyar kir ku ew piştî şehadeta bavê xwe şehîd Osman di sala 2013’yan de biryar daye ku vê mîrateyê dewam bike û got, “Di vê demê de ez tevlî koma bavê Teyar bûm. Nêzî 3 skeçan min bi Bavê Teyar re çêkiriye. Yek ji wan fîlmê bi navê ‘Xîret’ bû. Berî şehadeta Bavê Teyar me fîlmekî bi hev re amade dikir. Wexta min şehadeta Bavê Teyar bihîst, min bawer nekir. Min got qey ew jî fîlmek ji fîlmên Bavê Teyar e. Bi rasî jî ji bo min şehadeta Bavê Teyar pir zor û bi êş bû. Merasîma veşartina cenazeyê Bavê Teyar xeleka dawî yê fîlmên Bavê Teyar bû. Mixabin ev jî tevahî ji sûcên şer yê ku li Rojavayê Kurdistanê diqewime, dibe sedem ku em bi rojane kesayetên wisa bi nirx bispêrin axê. Helbet şehadeta van kesayetan ji bo me cihê serbilndahiyê ye. Lê di heman demê de ji bo me cihê tol hildanê ye. Piştî şehadeta Bavê Teyar wê bi hezaran şanoger vê mîrateyê bidomînin. Em soz didin ku em mîrate Bavê Teyar a ji bo şanoya Kurdî danî, bidomînin û wek şanoger bi hev re em xwedî li xeta mamosteyê xwe Bavê Teyar derkevin. Daxwaza min ew e ku rêveberiya me bi me wek şanoger bibe alîkar û piştgirtiya me bike da ku em şanoya Kurdî zindî bihêlin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.